Gelê Mûşê: Şaredariyên AKP'ê me mexdûr dikin
- 09:03 27 Gulan 2018
- Rojane
MÛŞ - Bi nêzîkbûna 24'ê Hezîranê re Şaredariyên AKP'ê ji bo veberhênan hilbijartinê seferber bûn. Gelê Mûşê ji vê rewşê bêzar in û bertek nîşanî vê yekê dan.
Bi nêzîkbûna 24'ê Hezîranê şaredariya AKP'ê ya Mûş'ê di navenda sûkê de bi nûkirina asfalt û kevirên parkeyê dest bi veberhênan hilbijartinê dike. Gel ji vê rewşê mexdûr û bi bertek e.
Îsal gelên Tirkiyeyê dê di bin siya OHAL'ê de biçin ser sindoqan. Bi nêzîkbûna 24'ê Hezîranê jî hikûmeta AKP'ê ji her tiştekî dewletê sûd digire. Ji ber çukurên ku ji aliyê Şaredariyên AKP'ê ve, bi metreyan hatine kolandin hem pêşiya talûkeyê vedike hem jî ji ber heriyê gel mexdûr e û nikare li sûkê danûstandinê bike. Gel bertek nîşanî vê helwesta şaredariyê dan û anîn ziman ku gava hilbijartin tên xîzmetkirin nû tê bîra şaredariyê û gotin ku ew xîzmeta bi berjewend naxwazin û bi vê helwestê şaredarî wan mexdûr dike.