Saziya jinên Mexmûrê: Meclîsa Îştar

  • 09:01 27 Gulan 2018
  • Rojane
Hîvîdar Tallî
 
MEXMÛR - Meclîsa Îştar ku li Wargeha Mexmûrê di sala 2003'an de bi 55 kesan dest bi xebatên xwe kir, îro ji bo perwerde û mijarên jinê dibe bersiv. 
 
Li ser vê mijarê endama rêveberiya Meclîsê Şehristan Çelê li ser kar û xebatên Meclîsa Îştar û sazûmaniya wê nirxandin kir.
 
Endama rêveberiya Meclîsa Îştar Şehristan Çelê bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Di destpêkê  de li wargehê semt ava bûn, piştre jî şaredarî û meclîsa gel ava bû. Di sala 2003'an de Meclîsa Îştar ava bûye. Jinên wargeha Mexmûrê pêwîstî dîtin ku ji bo xwe meclîsek jinan ava bikin. Di qomîteya avakirina Meclîsa Îştarê de min jî cihê xwe girt. Piranî me dixwest hemû jinên wargehê xwe di vê meclîsê de wek endam bibîne. Li ser hewldanek û kedek mezin a jinê û bi taybet bi raman û felsefeya Rêber Apo ya xeta jina azad diparêze, me meclîsa jinan a bi navê Meclîsa Îştar ava kir."
 
'Meclîsê di destpêkê de bi 55 kesan dest bi kar kir'
 
Çelê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser mezinbûna Meclîsa Îştar û wiha berdewam kir: "Meclîs di destpêkê de bi 55 kesan dest bi kar û xebata xwe kir. Ji dema ku meclîs ava bûye heta niha her meclisa Îştar berfireh û mezin bûye. Niha kesên kû endamê meclîsê saet bi saet bername û plansaziyên xwe çê dike, rojane li gor wê bernameyê kar û xebatê xwe bi rêk û pêk bi rê ve dibe. Di her saziyek wargehê de berdevkê Meclîsa Îştar heye."
 
'Li ser rêbaza edaletê em nêzî pirsgirêkan dibin'
 
Endama rêveberiya Meclîsa Îştar Şehristan Çelê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em wek jin di wê fikrê de ne ku ka em çawa ji bo gelê xwe bibin bersiv. Dema em behsa meclîsa jinê dikin tenê endamên meclîsê ne pêwîst in, hemû jinên wargehê ku cihê xwe di vê meclîsê de dibînin, ji bo me pêwist in. Dema pirsgirêkek çê dibe em wek jin digirin dest û weke jin çareseriyê ji pirsgirêkê re dibînin. Her wiha desteyên me yên disiplînê heye û ez jî endameke wê me. Dema ku pirsgirêkek a malbatan çê dibe em wek desteya temîzê li ser van pirsgirêkan disekinin. Bi rêbazên edaletê nêzî pirsgirêkê dibin û li ser bingeha exlaqî em çareser dikin."