ROJEVA 27'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 27 Gulan 2018
- Rojev
*Meclîsa Îştar ku li Wargeha Mexmûrê di sala 2003'an de bi 55 kesan dest bi xebatên xwe kir, îro ji bo perwerde û mijarên jinê dibe bersiv.
*Bi nêzîkbûna 24'ê Hezîranê re Şaredariyên AKP'ê ji bo veberhênan hilbijartinê seferber bûn. Gelê Mûşê ji vê rewşê bêzar in û bertek nîşanî vê yekê dan. BI DÎMEN
*Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’ê ya Rêza 2’emîn a Rihayê Ayşe Surucu tevî zext, binçavkirin û dozên lê hatine vekirin ji ciwaniya xwe de di têoşîna azadiya gelê kurd û têkoşîna jinan de cih girt. Ayşe got mifteya her tiştî Îmraliye û got aramiya welat bi Abdullah Ocalan pêkane. BI DÎMEN
*Hevseroka Sendîkaya Genel Îş DÎSK’ê Berîvan Doken diyar kir ku kedkarên bi KHK’ê hatine mexdurkirin HDP’ê wek hêvî dibînin û ev helwesta wan jî wê di sindoqê de xwe bide der. BI DÎMEN
*Jinên Elewî diyar kirin ku wê di 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê û bi lêv kirin ku ji bo welatekî demokratîk HDP û gotin bila her kes bi hev re têbikoşe ye. BI DÎMEN
*Qadên gundê Karataş ya girêdayê Şemrex a Mêrdînê ji ber madenê tên tunekirin. Li gundiyan tê ferzkirin ku xaniyên xwe vala bikin.
* Akademîsyen û aktîvîsta LGBTÎ, Dr. Mîhrîcan Zorlu Gulok ku bi KHK’ê hat îxrackirin diyar kir ku wê li dijî KHK, operasyonên siyasî, cudadîtinê bersiva wan bêguman Selahattîn Demîtaş û HDP be û got wê wek gelan bersivê bidin tifaqa Cumhur û YSK-AKP’ê. BI DÎMEN
*Hanim Tosun, Besna Tosun û Devrîm Koç. Sê nifşe li Qada Şemiyê li Fehîm Tosun digerin. Devrîm ya di 4 saliya xwe de tevlî çalakiya Lîseya Galatasarayê dibe, hewl dide fêm bike evqas mirov çawa winda bûne. BI DÎMEN