ÎHD: Bila komîsyona lêpirsîna heqîqetê bê avakirin

  • 15:10 26 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê ji bo winda bên dîtin, di hefteya 485’emîn de çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de 17 hezar cînayetên kiryar nediyar ên dinava 30 salan de pêk hatin, hatin bibîr xistin û daxwaza bila Komîsyona lêpirsîna hiqîqetan û bi rastiyê re rû bi rû mayîn bê avakirin, hat kirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û Faîl bên darizandin” di hefteya 485’emîn de çalakiya rûniştinê li avahiya şaxê pêk naîn. Li salonê wêneyên windayan hatin vekirin. Bi boneya “Hefteya têkoşîna li dijî windayên dibin çavan ên Navneteweyê” ya dinavbera 17 û 31’ê Gulanê de Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a amedê daxuyaniya vê hefteyê da. Odeya Bijişkên Amed û endamên Nûnertiya Înîsiyatîfa Maf a Amedê beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Berî daxuyaniyê Parêzerê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û wiha  got: “Du bûyerên hiqûqî yên dinava vê hefteyê de hatin jiyîn, bandorek mezin li ser parazvanên mafê mirovan kirin. DMME dinava  vê hefteyê de Doza Roboskê red kir. Ev biryara DMME bandorek pir xerab li ser kir. Cardin bûyera 11 gundiyên li gundê Alaca ya navçeya Pasûra Amedê ku di sala 1993’yan jiyana xwe ji dest dan bû. Derket holê ku cenazeyê 11 gundiya di sala 2004’an bi awayekê komî hatin veşartin. Derbarê bûyerê  de pêvajoya dozê destpê kir. Dosye dûre şandin Enqerê. Dozger di 23’yê Gulanê de mutala da û ji bo bersûcan beraet xest. Li dijî hemû kiryarên ne diyar têkoşîna me tim berdewam kir û dê tim berdewam bike.” 
 
Parêzerê rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin, daxuyanî da û wiha got: “30 salin li Tirkiye û Kurdistanê şerek mezin heye. Di nava van salan de gelek kes hatin binçavkirin û di bin çavan de hatin winda kirin. 17 hezar mirov dinava van salan de hatin winda kirin. Tirkiye bi israr naxwaza van rastiyên bi êş bibîne û peymana navneteweyî îmze nake. Li Tirkiyeyê haya niha lêpirsînek bi bandor nehatiye bi rêve birin. Dosyayên dozan di refan de riziyan û bi hincetên dema wan bûrî li ser dozan hatin girtin.”
 
Hasan Yalçin, anî ziman ku divê Tirkiye Komkujiya Ermeniyan a sala 1915’an û Komkujiya Dersimê ya di navbera salên 1937 û 38’an de nas bike û bi wan re rû bi rû bimîn. Li Stenbol, Amed û Îzmîrê bê navber çalakiyên rûniştinê yên daxwaza edaletê ya ji bo windayan berdewam dikin. Bi salan me li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a parka Koşuyola Amedê çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anî, lê niha bi hinceta OHAL’ê 91 heftene em çalakiya xwe li şaxa komeleyê pêk tîn in. Em vê rewşê şermezar dikin. Di bin her şert û mercî de dê çalakiya me berdewam bike.”
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.