Li Qamişloyê meş hat lidarxistin
- 13:40 26 Gulan 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya dewleta tirk meşa gelan" bi sedan gelê bajarê Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakûrê Sûriyeyê û Efrînê li Qamişloyê meşek li dar xistin.
Bi pêşengtiya TEV-DEM'ê bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya dewleta tirk meşa gelan" bi sedan gelê bajarê Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakûrê Sûriyeyê û Efrînê li Qamişloyê meşek li dar xistin. Hemû sazî û dezgeyên sîvîl, Rêveberiya Xweser û bi sedan gel beşdarî meşê bûn. Meş ji Qada Cûdî dest pê kir û heta Mala Gel a Taxa Enteriyê berdewam kir. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên zarokên ku li Efrînê hatin qetilkirin, alên YPG/YPJ'ê, TEV-DEM û Kongreya Starê hat hilgirtin. Her wiha di meşê de pankartên "Ji dagirkeriya dewleta tirk re na", "Erdogan kujer e" hat hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Wezîrê derve yê Rêvberiya Xweser Ebdullkerîm Saroxan axivî. Ebdulkerîm bal kişand li ser armancên êrîşa dewleta tirk û got:"Divê hemû gel bi rihekî hevpar li dijî van êrîşana serî hildin ku dagirkerî û qirkirina dewleta tirk bi dawî bibe."
Meş bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.