Şerife Penahi bang li Yekîneya Ewropayê kir: Îdamê rawestînin

  • 12:46 26 Gulan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ji aliyê Rejîma Îranê ve mahkûmî îdamê hat kirin. Dayika Ramîn, Şerîfe Penahî name şand ji Federica Mogherini û banga rawestandina îdamê kir.
 
Sala borî siyasetmedarê Kurd Ramîn Hisên Penahî ji aliyê Rejîma Îranê hat girtin û ji aliyê "Dadgeha Şoreşa Îslamê" hat darizandin û bi hinceta "li dijî hukumeta îslamê şer kiriye" mahkûmî îdamê hat kirin. Dayika Ramîn, Şerîfe Penahî name şand ji Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya Karê Derve û Polîtikayên Ewlehiyê, Federica Mogherini re û banga rawestandina îdamê kir. Rejîma Îranê ragihand ku ew ê piştî meha remezanê Ramîn Hisên Penahî îdam bikin. Dayika Ramîn di nameya xwe de cih da van gotinan:"Ev nameya dayikek Kurdistana Îranê ya li bajarokekî biçûk e. Ev dayikak wiha ye ku dilê wê her dem bi tirsê tije dibe û dê parçeyekî dilê wê piştî remezanê îdam bikin. Hûn dizanin gelo ev tê çi wateyê? Ez dayikek dilê wê şewitî ye. 3 sal in birînên min nayê tedawîkirin. Ez li dû zarokên xwe yên ku bi salane li dû edalet û mafê gelê xwe têdikoşin, dimeşim. Lê li vir hemû tişt qedexe ye. Van rojan tiştên ku ez dijîm mîna dojehê ne."
 
'Ji bo ev bobelata neyê jiyîn tiştekî bikin'
 
Şerîfe wiha domand:"Ramîn aktivîstekî siyasî ye. Ji ber ku sîstema derewan a berfireh amade kirine loma dixwazin îdam bikin. Xwe têxin dewsa min. Ji bo ev bobelata neyê jiyîn tiştekî bikin. Ez bawer im ku ji destên we tê ku hûn vê îdamê bidin rawestandin. Destûrê nedin ku Ramîn bê îdamkirin."