Ev 23 sale li aqûbeta birayê xwe dipirse: Em vê dewletê efû nakin

  • 09:05 26 Gulan 2018
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Aqûbeta Fehmî Tosun ku bi wesayîtek spî ya Renault ji ber mala wî hat girtin û carek din agahî jê nehat girtin ev 23 sale aqubeta wî nayê zanîn. Xwişka Fehmî, Kiymet Zengîn diyar kir ku ew dewletê tu car efû nakin û got kesek ji wan winda bibûna wê wisa rehet tevbigeriyana?
 
Fehmî Tosun ku bûye sembola windayan, têkoşîna malbata wî jî didome. Xwişka Fehmî, Kiymet Zengîn diyar kir ku ev 23 sale tevî hemû serlêdanên wan encam negirtine.
 
Kiymetê diyar kir ku birayê wê di 1991’ê de li Liceyê ya Amedê hatiye binçavkirin û 20 roj şûnde hatiye girtin û sê salan di girtîgehê de maye û got: “Di 1993’an de ji ber zextan bi hevjîna xwe Hanim Tosun û zarokên xwe re koç kir. Piştî demekê dîsa hatin gund. Piştre koçî Stenbolê kirin.”
 
Kiymetê di berdewamiyê de wiha got: “ Di 19’ê Cotmeha 1995’an de bi hevalê xwe Huseyîn Aydemîr re ji malê derdikevin. Heman rojê saet di 19.00’an de bi wesayîtek spî ya Renault wî tînin ber derî. Zarokên wî dibînin ku Fehmî dibin baxçeyê avahiyê.  Fehmî ku hevjîna xwe di pacê de dibîne diqîre û dibêje werin min dikujin. Heta hevjîna wî tê wî dibin. Ji wê rojê şûnde me agahî jê negirt.
 
Kiymetê bi lêv kir ku heman rojê Hanim diçe Qerekola Polîsan a Avcilarê û plakaya ku girtine didin qerekolê û roja din jî diçin Serdozgeriya DGM’ê ya Beşîktaşê û daxwaznameyê didin.
 
Kiymetê bi lêv kir ku piştî vê her tim tehdîd û heqeret berdewam kirine û hevjîna wî Hanim Tosun di çalakiyên Dayikên Şemiyê de cih girtiye û ji ber van çalakiyan her tim hatiye binçavkirin.
 
Kiymetê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku  ew dewletê tu car efû nakin û got kesek ji wan winda bibûna wê wisa rehet tevbigeriyana?