Ji girtiyên Bayburtê bang: Bila heyetek bê
- 09:04 26 Gulan 2018
- Rojane
BAYBURT - Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê ku bi binpêkirina mafan her dem tê rojevê, niha jî nûçeyên di rayagiştî de derdikevin dikin hincet û cezayê hevdîtina vekirî didin girtiyan. Xizmên girtiyên çûn hevdîtinê jî diyar kirin ku girtiyan derketina hevdîtinê red kirine. Girtiyên bi telefonê li malbatên xwe geriyan diyar kirin ku divê demildest heyetek bê girtîgehê û lêkolînan bikin.
Yek ji girtîgehên ku binpêkirina mafan lê her diçe zêde dibe Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ye. Herî dawî girtiyan bi hevkariya malbatên xwe peyamek şandin û diyar kirin ku divê heyetek ji parêzer û nûnerên gel pêk tên bên girtîgehê û hevdîtinan bike.
Hat hînbûn ku ji ber nûçeyên binpêkirinên mafan şîdet û zextên li girtîgehên tên jiyîn, kirine hincet û cezayê hevdîtina vekirî dane girtiyan û bi mehane girtî nikarin malbatên xwe bibînin û ji malbatan re gotine red dikin dernakevin hevdîtinê. Lê girtiyên di nava hefteyê de bi telefonê li malbatên xwe geriyan jî diyar kirin ku qedexeya hevdîtinê weke ji wan re hatiye gotin nîne.
Girtiyên bi telefonê li malbatên xwe geriyan diyar kirin ku qedexe ji ber hevdîtinên telefon û nûçeyên dertên hatiye dayîn û diyar kirin ku rayedarên girtîgehê gotine ku ‘ji vir şûnde hûn ê bi lingê tazî derkevin hevdîtinê’.
Ji girtiyan banga lezgîn
Her wiha girtiyan daxuyakirin ku hevdîtinên bi wesîleya cejnê jî hatine betalkirin û bang kirin ku divê demildest heyetek bê girtîgehê. Xizmên girtiyan jî banga xwedîderketina li girtiyan kirin.