Hêva Erebo:Divê Erdogan di hilbijartinê de têk biçe û dengê demokrasiyê bilind bibe

  • 09:01 26 Gulan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo derbarê hilbijartinên ku dê di 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê pêk were axivî û got:"Dewleta tirk bi salane bi awayekî sîstematik li dijî demokrasiyê û îradeya gelan disekine. Erdogan jî berdewamiya vê sîstemê ye. Ger Erdogan di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bi ser bikeve dê faşîzm bi ser bikeve."
 
Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo derbarê hilbijartinên ku dê di 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê pêk were diyar kir ku ji bo Kurd bi ser bikevin gerek li vîna xwe û li sindoqan xwedî derkevin û got:"Divê Erdogan di hilbijartinê de têk biçe û dengê demokrasiyê bilind bibe. Ger Erdogan neçe dê faşîzm, desthilatdarî û dagirkerî berdewam bike."
 
Hêva Erebo bi lêv kir ku Kurd xwedî vinek xurt e û got:"Gelê Kurd bi salane têkoşîna xwe ya bêhempa didomînin. Ji dîrokê heta niha gelek caran bajarên Kurdan hatin hilweşandin zarok hatin kuştin û bi hezaran gelê Kurd hatin koçberkirin. Mînaka vê yekê ya herî dawî Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Efrîn bû. Divê ev pêvajoya faşîzmê ku niha bi Erdogan re didome bi dawî bibe. Ev hilbijartin ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Divê gelê Kurd di van hilbijartinan de bi rihê yekîtiyê tev bigerin."
 
'Li Tirkiyeyê îradeya gelan her dem hatiye çewisandin'
 
Hêvayê anî ziman ku li Tirkiyeyê her dem îradeya gelan hatiye çewisandin û got:"Li Tirkiyeyê îradeya gelan her dem hatiye çewisandin. Divê li Tirkiyeyê êdî dengê demokrasiyê bilind bibe û têkoşîna gelan bi ser bikeve. Bi milyonan gelên li Tirkiyeyê ji Erdogan re gotin "Temam". Êdî gel Erdogan naxwaze. Çimkî derdê Erdogan ne demokrasî û pêşketina welat e, armanca wî berdewamkirina îktidara wî ya faşîst e. Loma divê hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn hişyar bibin û Erdogan bi ser nekeve."
 
'Divê gelê li Tirkiyeyê dengê xwe ji bo azadî û rûmeta xwe bi kar bîne'
 
Hêvayê bi lêv kir ku divê gelê li Tirkiyeyê dengê xwe ji bo azadî û rûmeta xwe bi kar bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo dagirkeriya dewleta tirk a li ser Efrînê jî vala derkeve divê gelê Bakurê Kurdistanê bibin yek û dema ku çûn ser sindoqan jî bi heman rihê yekîtiyê tev bigerin."