ROJEVA 26'Ê GULANA 2018'AN

  • 09:00 26 Gulan 2018
  • Rojev
* Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo derbarê hilbijartinên ku dê di 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê pêk were axivî û got:"Dewleta tirk bi salane bi awayekî sîstematik li dijî demokrasiyê û îradeya gelan disekine. Erdogan jî berdewamiya vê sîstemê ye. Ger Erdogan di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bi ser bikeve dê faşîzm bi ser bikeve."
 
*Rojnameya heftane 'Rojeva Mexmûrê' ku li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) weşana wê tê kirin ji aliyê jinan ve tê amadekirin. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku wê AKP di 24’ê Hezîranê de ji aliyê jinan ve bê qedandin û wiha got: “Em polîtîkayên ku pêşî li şîdeta li ser jinê digire, polîtîkayên ku keda jinê nîşan dide û azad dike pêşniyar dikin.” DÎMEN HEYE
 
*Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê ku bi binpêkirina mafan her dem tê rojevê, niha jî nûçeyên di rayagiştî de derdikevin dikin hincet û cezayê hevdîtina vekirî didin girtiyan. Xizmên girtiyên çûn hevdîtinê jî  diyar kirin ku girtiyan derketina hevdîtinê red kirine. Girtiyên bi telefonê li malbatên xwe geriyan diyar kirin ku divê demildest heyetek bê girtîgehê û lêkolînan bikin.
 
* Aqûbeta Fehmî Tosun ku bi wesayîtek spî ya Renault ji ber mala wî hat girtin û carek din agahî jê nehat girtin ev 23 sale aqubeta wî nayê zanîn. Xwişka Fehmî, Kiymet Zengîn diyar kir ku ew dewletê tu car efû nakin û got kesek ji wan winda bibûna wê wisa rehet tevbigeriyana?
 
*13 Jinên ji bo Tiyatro Oteyuz hatin cem hev  gotina Wîrgînîa Woolf a ‘bila odeyek aydê we hebe’ berfireh kirin û cîhana aydê xwe li ser sahneyê nîşan didin. Ji lambeyên sahneyê bigirin heta cil û berg û lîstikên dilîzin bi awayekî kolektîf amade dikin û ji xwe dest pê dikin û destê xwe didin hemû jinan. DÎMEN HEYE
 
*Li Tirkiyeya ku di bin şert û mercên OHAL'ê de di 24'ê hezîranê de diçe hilbijartinê  gelê Serhedê jî di bin  qedexeyan de wê biçe  ser sindoqan. Jinên Payîzavayê anîn ziman ku sebra wan a ji bo derewan nemaye û bang li hemû gelên Tirkiyeyê kirin ku di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û ji desthilatdariya heyî re bibêjin na. BI DÎMEN
 
*Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Beyza Ustun diyar kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê, 1’ê Mijdarê û referanduma 16’ê Nîsanê de gel hêza xwe nîşan daye û ji bo 24’ê Hezîranê jî got: “Di destê me de hêza me heye. Her dengê tê dayin wê faşîzmê bide sekinandin.” BI DÎMEN
 
*Îdîl Ugurlu ku di lîsteya namzetiya parlamenteriyê ya HDP’ê de cih girt, bi KHK'ê hat îxrackirin. Îdîl a ji têkoşîna jinê û sendîkayê tê wiha got: “Tasfiyeya sedsalî tê jiyîn. Ez bang li jinan dikim. Ger em naxwazin mahkumê tarîtiya sedsalî bibin, ger em naxwazin hepsî malê bibin divê em dengên xwe bidin HDP’ê.” BI DÎMEN