Zarokê ku ji aliyê polîs ve hatibû birîndarkirin rewşa wî giran e

  • 16:46 25 Gulan 2018
  • Rojane
MÛŞ - Ji wesayeta zirxî derbek li zarokekî ketibû. Zarokê bi navê Veysel Toplu di beşa lezgîn de hat tedawîkirin. Hişê Veysel hîn nehatiye serê wî.
 
Li Kuçeya Duvarbaşi ya Mûşê di 23'ê Gulanê de saet di 18.00 de derb li zarokê bi navê Veysel Toplu yê 8 salî ketibû. Hat zanîn ku rewşa Veysel ne baş e. 
 
Valîtiya Mûşê 24 saet şûnde daxuyanî dabû û gotibû ku "Bê hemdî" derb hatiye berdan.