Li Silopiyê leşkeran alên HDP’ê daxistin

  • 12:59 25 Gulan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Taxa Cumhuriyetê ya Silopiyayê dê HDP di rojên pêş de buroya xwe ya hilbijartinê veke. Leşkeran alên li ber buroyê daliqandî daxistin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di rojên pêş de li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Silopiya Şirnexê buroya hilbijartinê veke. HDP’ê alên xwe li ber buroyê daliqand. Leşker di saetên şevê de çûn ber buroyê û alên daliqandî daxistin. 
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî duh êvarî polîsan alên HDP’ê yên li ber buroya hilbijartinê daliqandîbûn daxistibûn.