Rojnameya dijîtal 'e-rojname' dest bi weşanê kir

  • 11:46 25 Gulan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya dijîtal "e-rojname" ku xwerû kurdî ye dest bi weşana xwe kir.
 
Piştî ku weşana rojnameya Welat a li Tirkiyeyê yekane bi kurdî dihat çapkirin  ku tu çapxaneyan ji tirsa wê bên girtin çapnekir û dawî li weşana wê hat anîn, îro rojnameya dijîtal "e-rojname"  dest bi weşanê kir.  Rojnameya dijîtal ku li ser navnîşana  www.e-rojname.com dest bi weşanê kir, di roja yekemîn a weşana xwe de ji bo balê bikişîne ser zextên li ser kurdî bi manşeta "Kurdî sînoran nas nake" derket pêşberî xwendevanên xwe.
 
Ji bo ku hûn xwe bigihînin rojnameya dijîtal ku bi zaravayê Kirmançkî jî weşanê dike divê hûn bibin abonê.  Edîtorên rojnameyê jî di nivîs û nûçeyên ku weşandin  de diyar kirin ku li dijî zetên li ser kurdî ew ê kurdan bê rojname nehêlin û  banga abonetiya rojnameyê kirin.