Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 77’an serî li dozgeriyê dan
- 11:38 25 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên li gel Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê bikin cara 77’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 19 sal e li Girtîgeha Tîfa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Bira û xwişka Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi boneya roja duşemê hevdîtinê bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin jî serlêdan kirin. Birayê Hamilî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi riya parêzeran serî li heman serdozgeriyê dan.
Malbatan ji 11’ê îlona 2016’an vir ve ev bû 77 car ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê didin.