Ji bo Abdullah Ocalan kampanya: Li dijî tecrîdê: #TecritiKır
- 10:52 25 Gulan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser medya civakî kampanya bi navê #TecritiKır (tecrîdê bişikîne) dest pê kir.
Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bikarhênerên medyaya civakî do êvarî bi hashtaga bi navê #TecritiKır (tecrîdê bişikîne) dest bi kampanyayekê kirin.
Hashtag li malperên Facebookê û Twitterê hate vekirin û di demeke kin de gelekî bal kişand.
Bikarhênerên medyaya civakî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî, Elmanî, Fransî û gelek zimanên din peyam li ser tecrîda giran weşandin û bal kişandin ser rola Abdullah Ocalan a ji bo aştî, demokrasî û azadiyê.