Ji bo heqîqatê gavek nû: Rojnameya Yenî Yaşam

  • 10:50 25 Gulan 2018
  • Rojane
STENBOL - Rojnameya Yenî Yaşam dest bi weşanê kir û di nava cîhana çapemeniyê de cihê xwe girt. Rojnameya Yeni Yaşam  bi pênûsên cuda û dewlemend derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Rojnameya Yenî Yaşam dê hewl bide ku bibe dengê jin, karker, kedkar xwendekar û hemû kesên bindest. 
 
Rojnaneyek nû di nava çapemeniya cîhanê de cihê xwe girt. Rojnameya Yenî Yaşam ku li ser xeta azadî û demokrasiyê dest bi weşanê kir, armanc dike ku bibe dengê jin, ciwan, karker, karmend, kedkar, xwendekar û hemû beşên civakê yên dengê wan hatiye tepisandin. Rojnameyê di hêjmara xwe ya ewil de bi manşeta "Faturası halka (Fature li gel birîn )" dest bi weşanê kir. Pênûsên xurt ên wekî Yildirim Turker, Celal Başlangıç, Mucella Yapici, Beyza Ustun, Sirri Sureyya Onder, Murat Uyurkulak, Eren Keskîn, Fikret Başkaya, Diren Cevahir Şen û Nesrin Nas jî di navde nêzî 40 nivîskar dê binivîsin.