‘Divê em xeleka mor berfireh bikin’
- 09:08 25 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Hatîce Goz damezrandina Pîrebokên Kampusê ku bi armanca rêxistibûna jinên zanîngehê û piştevaniyê hat avakirin vegot: “Em ê li her derê serdestiya mêr bi giştî ji holê rabikin.”
Pîrebokên Kampusê ya li Stenbolê hat avakirin niha li 18 bajaran xebatên xwe dimeşînin. Yek ji pîrebokên kampusê Hatîce Goz got: “Pergalek me ya xebatê ya li zanîngehan li ser pirsgirêkan dixebite heye. Ji ber ku serdest heman in li zanîngehan teşeyê wê diguhere.”
‘Xebat bi qutiyên ped dest pê kir’
Hatîceyê bi lêv kir ku wan xebatên xwe bi danîna qutiyên ped yên tuwaletan dest bi xebatan kirine û wiha gotin: “Ji me re dibêjin rêxistina ji tuwaletê derketiye. Ev gotin li aliyekî rastiyê jî nîşan dide. Piştre jî me bertekên erênî girtin.”
‘Atolyeyên parastina cewherî hatin avakirin’
Hatîceyê bal kişand ser atolyeyên avakirine û ev tişt bi lêv kir: “Di serî de atolyeyên parastina cewherî tên. Beriya em dest pê bikin em panelên parastina cewherî pêk tînin. Ji ber ku di heman demê de hewcedarî bi hişmendiya psîkolojîk heye. Hatina cem hev jinan girîng e. Divê jin bi hev re bîhna xwe bigirin. Divê jin bibin dost, piştevaniyê nîşan bidin û bi ser kevin.”
Hatîceyê destnîşan kir ku di konferansa duyemîn de nîqaşên xwe li ser 5 sernavî meşandine û got ev sernavên weke ‘Çima rêxistinbûna jinan a serbixwe û çima femînîzma sosyalîst’ û ya duyem jî ‘jinên ciwan ên zanîngehê bûn’.
Hatîceyê diyar kir ku desthilatdariyê ji jinan re qada jiyanê nehiştiye û li hember vê jî jin polîtîk bûne û xwe rêxistin dikin û wiha got: “Em wek Pîrebokên Kampusê wê bi ser bikevin û mafên ku bidest bixin jî wê pêş bixînin. Divê piştevaniya jinê di jiyanê de şênber bibe.”