'Berxwedana gel kêlî bi kêlî didome'

  • 09:02 25 Gulan 2018
  • Rojane
 
 
Tolîn Mohemed-Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir berxwedana xwe didomînin. Hevseroka Kampa Berxwedanê, Moşîre Mele Reşîd û Hevseroka Kampa Serdemê, Hêvîn Reşîd derbarê rewşa kampan de nirxandin kirin û gotin:"Gel bi îradeyek mezin berxwedana xwe kêlî bi kêlî didomînin."
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir berxwedana xwe didomînin. Hevseroka Kampa Berxwedanê, Moşîre Mele Reşîd û Hevseroka Kampa Serdemê, Hêvîn Reşîd derbarê rewşa kampan de nirxandin kirin û diyar kirin ku tevî hemû zext û zordestiyan zarok, jin, ciwan hemû kes bi dilekî germ û bi hêzeke mezin berxwe didin.
 
Hevseroka Kampa Berxwedanê Moşîra Mele Reşîd wiha got:"Çeteyan piştî ku gelê Efrînê hatin koçberkirin dest xistin ser malên gelê Efrînê û niha jî ji bo demografiya Efrînê biguherin çeteyan û malbatên wan li Efrînê bi cih dikin. Li dijî talankirin û mirina sîvîlan jî cîhan bêdeng ma ev yek eyba cîhanê ye. Lê gelê Kampa Serdemê di nav jiyanek dijwar lê bi awayekî komînal  hewl didin ku li ser lingan bisekinin û dev ji berxwedana xwe bernedin. Gel bi îradeyek mezin berxwedana xwe  kêlî bi kêlî didomînin û dixwazin vegerin Efrînê. Ji bo ku destlilatdar û çete ji Efrînê derkevin em ê heta dawî têbikoşin. Em bejna xwe li dijî dewleta tirk a dagirker natewînin. "
 
'Divê saziyên navneteweyî yên cîhanê hestiyar tev bigerin'
 
Hevseroka Kampa Serdemê Hêvîn Reşîd jî wiha got:"Niha li Kampa Serdemê 422 çadir hatiye vekirin û 422 malbat bi cih bûne. Gelê Efrînê yê li Kampa Serdemê bi rûmetek giranbiha nirx û çanda xwe diparêzin û xwedî li têkoşîna xwe derdikevin. Li Kampan di warê çand, muzik û perwedeyê de jî xebat didomin. Li dijî dagirkeran Gelê Efrînê  xwe bi nirxekî giranbiha diparêzin û têdikoşin. Divê cîhan jî vê hewldanê bibîne û bi têkoşîna gelê Efrînê yê li Kampên Şehbayê bi cih bûne derkeve."