Weqfa Jinên Mexmûrê navenda perwerdekirina jinan e
- 09:01 25 Gulan 2018
- Çand û Huner
Hêvîdar Tallî
MEXMÛR - Weqfa Jinên Mexmûrê ku wekî navenda xebatên jinê tê bikaranîn, di bin banê xwe de gelek saziyên cur bi cur yên ji bo pêşketin û perwerdekirina jin û zarokan dihewîne.
Weqfa Jinên Mexmûrê ku li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) e di sala 2002'an de hatiye avakirin. Di bin banê Weqfa Jinên Mexmûr de gelek saziyên perwerde û pêşketinê ji bo jin û zarokan hene. Endama Koordînasyona Weqfa jinên Mexmûrê Bihar Benek derbarê kar û xebatên weqfê de nirxandin kir. Bahar diyar kir ku girêdayî weqfa wan 5 pêşdibistqan, dirûnxane, Navenda Hunerên Destan, Atolyeya wêneyan, Navenda Çand û Huner û beşên ji bo çapameniyê cihê xwe digririn.
'Di hemû saziyan de jin peywirdar in'
Endama Koordînasyona Weqfa Jînên Mexmûrê Bihar Benek xebatên jinan û bi taybetî jî yên jinên ciwan di van saziyan de bi bîr xist û ev tişt got: " Ev weqf di sala 2002'yan de hatiye avakirin. Armanc ji ava kirina weqfê ew bû ku jin di her aliyî de bên pêşxistin û bi xwe li ser piyên xwe bisekirin. Di bin banê weqfê de 5 pêşdibsatn, dirûnxane, Navenda Hunerên Destan, Atolyeya wêneyan, Navenda Çand û Hunerê û beşek jî ya çapameniyê cihê xwe digre. Di van beşên kû me navên wan diyar kirin de jin û bi taybetî jî jinên ciwan dixebitin. Berî niha bi demeke kurt pêşdibistanên me dawî li perwerdeya xwe ya sala 2017- 2018'an anîn."
'Weqf navenda pererdehiya jinê ye'
Biharê bal kişand ser perwerdehiyê, rêxistinkirina jinên wargehê û wiha berdewam kir: "Piştî Meclîsa Îştar navenda duyemîn ya jinan Weqfa Jinên Mexmûrê ye. Di bin banê weqfê de perwerdehiya jinê û rêxistinkirina jinê esas tê girtin. Di aliyê perwerdehiyê de ji bo fêrbûna ziman jin tên perwerdekirin. Dîsa jinên ciwan ji bo di aliyê çand û hunerê de bên pêşxistin, li vir tên perwerdekirin. Komên me yên govendê û muzîkê jî hene. Her wiha weqfa me di heman demê de ji bo pirsgirêkên jinan jî yek ji navenda çareserî û starê ye. Di vî warî de xebateke mezin hatiye kirin û hê jî didome."
'Di bin sêwana Weqfa Jinê de zarok jî tên perwerdekirin'
Biharê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser perwerdekirina zarokan û wiha berdewam kir: "Ev 3 sal in ez di koordînasyona Weqfa Jinên Mexmûrê de dixebitim û nêzî 15 salan e jî ez cihê xwe di nav xebatên perwerdeyê de digrim. Di bin banê weqfê pêşdibistan hene û zarokên temenê wan di navbera 5 û 6 salî de ji bo dibistanên seretayî li van pêşdibistanan tên amadekirin. Dîsa xwedekar di aliyê tevger û exlaq de tên perwerdekirin. Li gorî asta xwendekaran wane salane tê amadekirin û perwerdehî tê dayîn. Di nava civakê de tişta herî baş jî ew e kû bi xwe jin zarokên xwe perwerde dikin û siberoja xwe diyar dikin."
'Rola jin û dayîkan ya di perwerdeyê de girîng e'
Endama Koordînasyona Weqfa Jînên Mexmûrê Bahar benek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Mirov dikare bibêje ku zarok di zikê dayîka xwe de heta tê dinyayê ji aliyê dayîka xwe ve tê perwerdekirin. Ji ber vê her kes di serî de li gorî exlaqa malbata xwe di serî de tê perwere kirin û piştre di nava civakê de tê perwerdekirin. Dema kû zarok li vê derê perwerdeya xwe ya pêşdibistanê diqedîne, em derbasî qada perwerdeyê ya dibistanên seretayî dikin. Di vî warî de beriya me berpirsiyariya malbatan di warê perwerdeyê de girîng e. Eleqederiyek mezin ji bo perwerdekirina zarokan pêwîst e. Di vî warî de tişta pêwist ew e ku di serî de dayik erka xwe pêk bîne. Ji ber perwerdeya serke dayîk dide zarokên xwe, wek mamosta jî em vê yekê temam dikin."