Li Qoserê alên hilbijartinê ji aliyê polîsan ve hatin rakirin

  • 08:16 25 Gulan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Alên li buroya hilbijartinê ya jinê ya Qoserê bi hinceta "Ne li gor mevzuatê ye" hat rakirin.
 
Do bi şev alên buroya hilbijartinê ya jinê ya Qosera Mêrdînê ji aliyê polîsan ve bi hinceta "Ne li gor mevzuatê ye" hat rakirin. Buroya hilbijartinê ya jinê hefteyek berê tevî dorpêçkirina polîsan bi beşdarbûn û coşek mezin hatibû vekirin.