Dozger serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê cara 758’emîn red kir

  • 17:54 24 Gulan 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin cara 758'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê dozger serlêdana parêzeran red kir.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Rezan Sarica, Fuat Coşacak û Nevroz Uysal bi armanca bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevditinê bikin cara 758'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û  serdozeriyê serlêdan red kir.
 
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên Abdullah Ocalan 758 caran serlêdan kirin û hemû serlêdanên wan bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê nebaş e", "Personel tune ye" û "OHAL heye" hatin redkirin.