Jin li kampê hatin gel hev

  • 11:53 24 Gulan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên ku li Almanyayê di kampê de hatin gel hev, gelek mijar girtin dest û niqaş kirin.
 
Jinên ku li Almanyayê di kampê de hatin gel hev,  li ser tevgerên ji cîhanê heta bi parastina rewa gelek mijar girtin dest û niqaş kirin.  Di roja yekem a kampê de ku ji gelek bajarên Almanyayê jin tevli bûn, tecrûbeyên jinên cîhanê  hatin niqaşkirin.  Ji Gulabî Gang ya Hindistanê heta bi çoyên sor ên li Tirkiyeyê  gelek tecrûbeyên rêxistinên parastina rewa hatin niqaşkirin. Herwiha li qampê li ser “#Metoo”  jî niarxandin hatin kirin
 
Şoreşa jinê û Şoreşa Jinê ya Rojava jî sernavên din ên rojeva kampê bûn û atolyeya parastina rewa jî  li kampê hat lidarxistin.
 
Li kampa ku bal hat kişandin ser piştevaniya jinan hat diyarkirin ku divê tu jin bitenê neyên hiştin.
 
Dayika Ivana Hoffmann  Mîchaela Hoffmann jî tevli kampê bû, piştgirî da kampê û diyar kir ku Ivana jî tevli kampên bi vî rengî dibû.