Nexweşxaneya Tebqa El-Wetenî dîsa ji bo xizmetê hat vekirin

  • 11:27 24 Gulan 2018
  • Rojane
TEBQA - Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê nexweşxaneya Tebqa El-Wetenî duyemîn mezintirîn nexweşxaneyên Sûriyeyê û ya yekemîn li ser asta Bakurê Sûriyeyê ji nû ve vekir.
 
Nexweşxaneya Tebqa El-Wetenî ku bêtirî 7 salan ji xebatê hatibû derxistin, nemaze ji ber ku çeteyan ji xwe re weke baregeheke leşkerî bikar dianîn rastî gelek êrîşên ezmanî yên rêjîma Sûriyeyê hat. Niha piştî ku bajar hate rizgarkirin, nexweşxane hate sererastkirin û ji nû ve bi merasîmekê hate vekirin.
 
Di merasîmê de hevserokên Meclîsa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed û Hind El-Elî, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, Komîteya Karûbarên Hundirîn, û hejmareke hevserok û endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê beşdar bûn.
 
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê axaftinek ji aliyê hevseroka Komîteyê Newres Îbrahîm ve hate xwendin û têde pêşwaziya hemû beşdarên merasîmê kir û kêfxweşiya xwe bi vekirina nexweşxaneyê anî ziman.
 
Îbrahîm got ku nexweşxaneya El-Wetenî di aliyê lojestîk de hatiye amadekirin, lê dîsa jî hin alavên tenduristiyê kêm in û ên hatine peydakirin tenê ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve ne.
 
Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên tenduristî yên navnetewî û xwedî biryar kir ku alîkariya nexweşxaneya Tebqa El-Wetenî bikin da ku karibe rûkeniyê li ser rûyê nexweşan nexşe bike.
 
Di merasîmê de her wiha Hevseroka Komîteya Karûbar û Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ibtîsam El-Elî deriyê nexweşxaneyê vekir û piştre Komîteya Tenduristiyê beşdarên merasîmê di nava beşên nexweşxaneyê re gerandin.
 
Hêjayî gotinê ye Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya rêxistineke navnetewî di destpêka meha sibatê de dest bi sererastkirina avahiya nexweşxaneyê kiriye. Lê bidawîkirina xebatên sererastkirinê di dema xwe de pêk nehat, nemaze ji ber ku ziyaneke mezin bi toreya avê û kanalîzasyonê bûbû.