Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kirin
- 11:26 24 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, cara 758’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Fuat Coşacak û Newroz Uysal, bi armanca bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin cara 758’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
757 serlêdanên parêzerên Abdullah Ocalan yên ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Muxalefeta hewayê heye" û “OHAL'ê” ji aliyê dozgeriyê ve hatin redkirin.