‘Meha Remezanê dike alava hilbijartinê’

  • 09:06 24 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya diyar kir ku AKP beriya hilbijartinê atmosfera olî ya meha Rezanê îstîsmar dike û wiha got: “Bila her kes li dijî vê hişyar bin. Ev rewş nîşaneya têkçûnê ye.”
 
Hevberdevka Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya da zanîn ku AKP nirxên manewî bi kar tîne û atmosfera olî ya Meha Remazanê dike propagandaya hilbijartinê.
 
‘Êdî sozên wan kêrî tiştekî nayên’
 
Hudayê diyar kir ku ji ber propagandayên hilbijartinê rastî meha Remezanê anîne û dixwazin ji vê atmosferê fêdeyê bigirin û wiha pê de çû: “AKP atmosfera olî a meha Remezanê îstîsmar dike û dixwaze wisa biçe encamekê bi dest bixe. Ev rewşa têkçûnê ye. Êdî sozên wan kêrî tiştekî nayên.  Manîfestoya 5 kuruşî nake. Her kes êdî neyînî li pêşerojê dinêre. Esnaf nikarin nan bibin malên xwe. Bi fikar radizên ku sibehê wê li Tirkiyeyê çi bibe.”
 
Hudayê daxuyakirin ku hikûmeta AKP’ê êdî nikare bi polîtîkayên derew ên di îslamê de cihê wan tuneye berdewam bike û got: “Hun ê rabin daxwaza aştiyê terorîze bikin. Hûn ê mirovan bikin zindanan, piştre jî wêjeya pîroziyê bikin.”
 
‘Derew rojiyê dişkîne’
 
Hudayê  bang li hemû kesên bawermend kir û got bernameyên olî yên di çapemeniya hewzê de tên kirin û bi rojevên wekê ‘xwezî rojiyê dişkîne?’, ‘benîşt rojiyê dişkîne’  mêjiyê mirovan bi olê ditevizînin û got divê her kes li dijî vê hişyar bin. Hudayê got: “Divê bi desthilatdariya li ser derewan hatiya vakirin bawer nekin û rojiya xwe xera nekin. Buxtan û derew rojiyê dişkîne.”
 
Hudayê got desthilatdarî  polîtîkaya dijminahiyê dimeşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hûn ê bikin dijmin, bikin şeytan, tune bikin û rabin di meha Remazanê de  biçin hemberî mirovan di serdanên  fitarê de behsa maneviyatê bikin.  Hewcedariya xweda bi fitarek wisa, bi rojiyek wisa tuneye. Remazana ku Kuranê vegotiye ne Remezanek wisa ye. Meha heqîqetê ye.”