Jinên Şirnexê banga xwedîderketina dengan kir

  • 09:04 24 Gulan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê diyar kirin ku wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de 4 parlamentera ji Şirnexê bişînin meclîsê û banga xwedîderketina dengan li her kesî kirin.
 
Ji hilbijartinan re demek kurt ma û partiyan namzetên xwe pêşkêşî YSK’ê kir. Jinên Şirnexê dan zanîn ku tevî komkujiyên hatine jiyîn, zextên polîsan wê di 24’ê Hezîranê de xwedî li dengên xwe derkevin û daxwazên xwe bînin ziman.
 
‘Şirnex îro xwedî li xwe dernekeve wê kengî derkeve?’
 
Susin Încî ku hevjînê wê di salên 90’î de bi îşkencê hatiye qetilkirin got ji bo mirin çênebin, aştî pêk bê,  ji bo zilmê nebînin wê her tim têkoşîna xwe bidomîne û wiha pê de çû: “Ji bo vê em ê roja hilbijartinê sindoqan biparêzin. Banga me ji bo hemû kesî ye. Bila her kes zilma li me tê kirin bi bîr bînin û xwedî li sindoq û dengên xwe derkevin. Rêbertiya me bi salane di bin tecrîdê ye, Selahattîn Demîrtaş ev du sale di girtîgehê de ye. Ji bo em wan azad bikin divê em xwedî li xwe derkevin. Bila xwedî li dengên xwe derkevin.”
 
‘Em ê dengên xwe bidin HDP’ê’
 
Sabriye Koluman jî bi lêv kir ku gelê Şirnexê tevî hemû zilma dewletê wê têkoşîna xwe bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta dawiya dilopa xwîna me em ê li mafên xwe bigerin. Em Kurd in, em ê dengê xwe bidin HDP’ê.”
 
Hanîfe Baysal jî bang li hemû kesî kir ku biçin ser sindoqan û got ew dixwazin serokê wan yê di girtîgehê de demildest derkeve û êdî naxwazin bên pelçiqandin.
 
Peyruze Dekçî jî wiha got: “Em aştî, azadî, wekhevî, yekitî û bihevrebûnê dixwazin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê di hilbijartinan de ji Şirnexê 4 parlamenterî derbixin.”
 
Hacer Edîs: “Şirnex dest ji têkoşîna xwe bernade. Em dest ji têkoşînê bernadin. Em ê hemû parlamenterên xwe ji girtîgehê derbixin. Em ê 4 parlamenterî ji Şirnexê derbixin. Em ê ji ser sindoqên xwe veneqetin.”