Jinên Ereb: Ji bo aştî û demokrasiyê em ji Erdogan re dibêjin na

  • 09:02 24 Gulan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Mohemed
 
ŞEHBA - Jinên Ereb li dijî binpêkirina mafan ên ku li Tirkiyeyê tê jiyîn bertek nîşan dan û gotin:”Divê em hemû pêkhate bi rihê wekheviya gelan bi hev re tev bigerin. Ji bo planê dewleta tirk a dagirker û Erdogan vala derkeve divê em bi rihekî wekhev tev bigerin.”
 
Jinên Ereb derbarê hilbijartinên 24’ê Hezîranê yê ku wê li Tirkiyeyê pêk were de anî ziman ku ji bo Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran û Efrînê dubare nebe dengên xwe nedin Erdogan û got:” Ji bo aştî û demokrasiyê em ji Erdogan re dibêjin na. Em bang li hemû jinên li Tirkiyeyê dijîn dikin ku destên xwe dinîn ser wicdanê xwe û ji bo jiyanek azad dengê xwe nedin Erdogan.”
 
Endama Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Neceh Husên axivî û wiha got:”Ez wek jinek ji pêkhateyên Ereb bangî hemû gelê ku li Tirkiyê dijîn dikim ku dengê xwe nedin Erdogan ê faşist û qatilê zarokan. Erdogan êrîşî Efrînê kir gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan. Niha jî ji bo demografiya Efrînê biguherînin komên çeteyan li Efrînê û navçeyên wê bi cih dike. Divê em li dijî van lîstikana hişyar bin û dengê xwe bidin wicdanê xwe.”
 
‘Em ê teslîm nebin’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Neceh diyar kir ku ew tu carî teslîm nabin û got:”Erdogan ji vîna bi hêz û azad a gelê Kurd ditirse. Armanca Erdogan ew e ku hemû cihên Kurd lê dijî dagir bike. Lê em destûrê nadin vê yekê û em ê jî wekî jinên Ereb piştgiriyê bidin gelê Kurd.”
 
‘Ger Erdogan bê hilbijartin wê bajarên Sûriyeyê yên din jî dagir bike’
 
Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepok got:” Ger Erdogan bê hilbijartin wê bajarên Sûriyeyê yên din jî dagir bike. Loma divê em hemû jin bibin yek û destûrê nedin vê yekê. Banga min ji hemû gelê Tirkiyeyê heye ku dengên xwe nedin Erdogan ger dengê xwe bidin Erdogan dê krîza aborî û şer berdewam bike. Ji bo siberojek azad dengê xwe nedin Erdogan.”
 
Her wiha Endama Rêveberiya Jina Azad a Şehbayê Bedîa Misilim jî wiha got:”Ji bo Erdogan careke din bajarê me dagir neke ji bo demokrasiyek pêş ketî û jiyanek azad divê gelê Tirkiyeyê hişyar bibin û dengê xwe nedin Erdogan. Divê gelê Kurd Sûr, Cizîr û Efrînê ji bîr nekin û dengê xwe bidin xwe, nedin desthildatdar û faşîstan.”