ROJEVA 24’Ê GULANA 2018’AN

  • 09:00 24 Gulan 2018
  • Rojev
*Li Herêma Cizîrê Rêxistina Şar, Desteya Şaredariya û Ekolojiyê projeya paqijiya bajaran û çandiniya daran li Herêma Cizîrê û Kobanê dan destpêkirin. BI DÎMEN
 
*Jinên Ereb li dijî binpêkirina mafan ên ku li Tirkiyeyê tê jiyîn bertek nîşan dan û gotin:”Divê em hemû pêkhate bi rihê wekheviya gelan bi hev re tev bigerin. Ji bo planê dewleta tirk a dagirker û Erdogan vala derkeve divê em bi rihekî wekhev tev bigerin.”
 
BI DÎMEN
 
*Namzetên sosyalîst ên di rêja jor a lîsteyên HDP’ê de hatine nîşandan Tulay Korkut û Dilşand Canbaz diyar kirin ku ew ligel têkoşîna sosyalîst têkoşîna jinê jî didin û wiha gotin: “Em bixwe bawer in, em ê di 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin.” BI DÎMEN
 
* Piştgiriyek jî ji bo HDP’ê ji jinên Amedê hat, jinan got ku li dijî  lîstikên AKP’ê  di vê sendoq baş bên parastin  û xwe dî li sindoqan bê derketin. BI DÎMEN
 
*Jinên Şirnexê diyar kirin ku wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de 4 parlamentera ji Şirnexê bişînin meclîsê û banga xwedîderketina dengan li her kesî kirin.
 
*Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya diyar kir ku AKP beriya hilbijartinê atmosfera olî ya meha Rezanê îstîsmar dike û wiha got: “Bila her kes li dijî vê hişyar bin. Ev rewş nîşaneya têkçûnê ye.” BI DÎMEN