HDP’yê li taxê bi gel re hatin gel hev

  • 16:31 23 Gulan 2018
  • Rojane
WAN - HDP hevdîtina xwe ya bi gel re berdewam dkie. Jinên ku li  taxa Emîn Paşa ya Artemêta Wanê hatin gel hev , diyar kirin ku wê 24’ê Hezîranê bibe roja jinan  û wê dawî li zordestiya li jinan tê kirin bê anîn.
 
Partiya Demokratîk a gelan  (HDP), xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê  li Wanê bê navber berdewam dikin. Rêxitina HDP’ê ya Artemêta Wanê, li taxa Emînpaşa ya navçeyê bi jinan re kom bû  û civîn li dar xist. Di civîna ku hat lidarxisitn de  Hevşaredara Artemêtê ya ku qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin  Sevîl  Rojbîn Çetîn,  Rêvbera Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK)   a Wanê Munteha Bîldîrîcî û rêveberên HDP’ê yên navçeyê tevli bûn. 
 
Jinên ku li malekê bi gel re hatin cem hev,  polîtîkayên dewletê yên li dijî gelê kurd û bi taybetî jî yên li ser jinan nikqaş kirin.  Hevşeredara ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin  Sevîl Rojbîn Çetîn, derbarê polîtîkayên îktîdarê yên li dijî jinan de axivî.  Sevîl diyar kir ku ew ê di 24’ê Hezîranê de bi jinan  re ji zilma îktîdarê ku tê kirin re bibêjin na.