3’ê welatî û mîrkutê defê hatin binçavkirin!

  • 16:17 23 Gulan 2018
  • Rojane
AMED – HDP’ê li taxa  Mevlana Halît a navçeya Rêzan a Amedê buroya hilbijartinê vekir.   
 
HDP’ê li taxa  Mevlana Halît a navçeya Rêzan a Amedê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, parlementerên HDP’ê Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Îmam Taşçier, endam û rêvebirên HDP’ê  û gelek welatî di merasîma vekirinê de  amade bûn. Her wiha  polîsên ku xwestin welatiyan asteng bikin jî dora buroyê dorpêç kirin. Beriya buroya hilbijartinê bê vekirin Hevseroska  HDP’ê Pervîn Buldan axivî.
 
 Buldan piştre bi parlamenter û dayikên aştiyê re vekirina buroya hilbijartinê pêk anî. Piştre jî li ber buroyê govend hat gêrandin.  Di dema vekirina buroyê de polîsan mudaxele kir  û welatiyên bi navê  Muhammet Olgaç, Nadîr Bîngor û Mehmet ê ku paşnavê wî nayê zanîn binçav kir. Her wiha polîsan xwestin daholvanan jî bikin binçavan. Lê ji ber parlementer bûn  asteng nehatin binçavkirin û mîrkûtê daholvanan hat binçavkirin.