Li Nisêbînê buroya hilbijartinê ya jinê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat vekirin

  • 15:26 23 Gulan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê buroya hilbijartinê ya jinê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û tevî gerandina govendê hat vekirin.
 
Li Mêrdînê xebatên hilbijartinê didome. Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Nisêbînê buroya hilbijartinê ya jinê vebû. Bi sedan jin li ber avahiya HDP’ê ya Nisêbînê hatin ba hev û heta ber buruya hilbijartinê ya Kuçeya Yeni Turan meş li dar xistin. Jin bi erbaneyên xwe tevlî meşê bûn û di meşê de dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat berzkirin. Gelê li navçeyê jî piştgirî dan jinan.
 
 ‘Dê serîhildana jinên Kurd bidome’
 
Piştî meşê jin derbasî buroya hilbijartinê bûn û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Namzeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulbin Şahin Daghan axivî û got:”Êrîşên li ser jinên Kurd û hemû cîhanê didomin. Lê îro berxwedana jinên Kurd didome. Ev berxwedana dê heta dawî bidome.”
 
Piştî axafitinê jinan tevî tililî û  çepikên xwe qordeleya buroyê jê kirin û buro vekirin. Piştî vekirina buroya hilbijartinê jinan govend gerandin.