Pervîn Buldan bang li Amediyan kir
- 15:13 23 Gulan 2018
- Rojane
AMED - Gelê Amedê amadekariyê dike ku namzetên parlamenteriyên HDP’ê yên Amedê bi girseyî pêşwazî bike. Namzetên HDP'ê dê sibê li balafireha Amedê bi karwanek mezin bên pêşwazîkirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bang li gelê Amedê kir û xwest bi girseyî namzetên xwe pêşwazî bikin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê û gel xwe amade dikin ku sibehê namzetên HDP'ê yên Amedê bi girseyî ji balafirgeha Amedê bi karwanekê pêşwazî bikin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bang li gelê Amedê kir û xwest gelê Amedê namzetên xwe bigirseyî hembêz bikin û tev li pêşwazîkirina namzetan bibin. Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê sibehê saet di 10.00’an de biçin Balafirgeha Amedê û bi karwanek mezin wekîlan pêşwazî bikin.