‘Em ê vîna xwe teslîm nekin’

  • 13:25 23 Gulan 2018
  • Rojane
Orivan Ebdo/Viyan Said
 
ŞENGAL - Jinên Êzidî di derbarê hilbijartinên li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê de di 12’ê Gulanê de pêk hat nêrînên xwe anîn ziman û gotin:”Dibe ku PADÊ cihê xwe de parlementoyê de negirtibe lê ji bo me serkeftî ye.”
 
Jinên Êzidî di derbarê hilbijartinên li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê de di 12’ê Gulanê de pêk hat nêrînên xwe anîn ziman û gotin:”Bi lîstokên dewleta Iraqê PADÊ di parlamentoyê cihê xwe negirt lê ji bo me her dem serkeftî ye. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û xebatên xwe bidomînin.”
 
Jina bi navê Tekûz Xidir di derbarê encamên hilbijartinên Iraqê de axivî û got:”Dibe kû di kar û xebata de kêmasî derketibe me xwe baş ne dabe vegotin. Lê weke her tim dewleta Iraqê fen û fûtên xwe lîstokên xwe yê kû bi îxanetê re encam dibe di vê hilbijartinê de jî pêk anîn. Heta niha hîn sindoq nehatine vekirin. Bi taybetî li Başûrê Kurdîstanê zext li gelê Ezîdî ên li kampan hatin kirin û lîstokên mezin kirin. Lê em dibêjin ku PADÊ bi ser ketîye. Dibe ku em neketibin parlemenê lê em ê dev ji şuxwulê xwe bernedin. Bila dijmin nekeve hevîyê ku em ê serê xwe li ber bitewînin. Em ê her dem di nava tekoşînê de bin xwedî li vîna xwe derbikevin.”
 
Tekûz Xidir di dawîya axaftinên xwe de bal kişand ser yekîtîya Êzidiyan û got: “ Êdî bila gelê me baş bizanibe kû heta nebin yek wê her lîstok û xiyanet bê kirin. Yêkîtî tê wateya serkeftinê xwedî li xwe û axa xwe derketinê.”
 
Pekîze Celal jî wiha got: “Di dema bikaranîna dengan de zexteke pir mezin û biryarên pir tûnd li ser Êzidiyan pêş xistin. Dema ku me dengê xwe bi kar anî lîstik lîstin.  Gellekî gelê Şengalê zehmetî kişand û gellek kesan nikaribûn dengên xwe bi kar bianiyan. Ruxmî hemû pêk anînan em dibêjin PADÊ bi ser ketîye. Demê pêş de wê hilbijatinê meclîsa jî pêk were divê em di wê demê de van kêmasîyên derketîye baş tehlîl bikin û xwe amade bikin. Ew jî ji bo me grînge. Ji ber vê jî bangawazîya min ji bo hemû Êzidiyan ew e ku bibin yek.” 
 
Her wiha jina bi navê Edlan Şingalî jî di derbarê vê mijarê de nerînên xwe anî ziman û wê jî got: “Li derve dibêjin PADÊ bi ser neketîye lê em dibêjin PADÊ di dile me de ber çavên me de bi ser ketîye. 106 sindoqên me li Başûrê Kurdîstanê nehatine vekirin. Bi hezaran jin û mêrên Ezîdî dengên xwe bi kar anîne lê lîstok hatine kirin weke ku tu kesî dengê xwe nedaye PADÊ em vê qet qebûl nakin. Edî em baş fam dikin ku kî mafê Ezidiyan diparêze kî dixapîne û kî lîstokan dike. Bangawazîya min ji hemû jinên Ezîdî re heye bila hişyar bin û neyên lîstokan.”