Li Konyayê cenazeyê jinekê îşkencekirî hat dîtin

  • 13:16 23 Gulan 2018
  • Rojane
KONYA – Li Ereyliyê  di cuha avdanê de cenazeyê jinekê bi awayê îşkencekirî hat dîtin.
 
Li navçeya Ereyliyê ya Konyayê di cuha avdanê de di saetên serê sibehê de ji aliyê kedkarên ku paqijî dikrin ve  cenazeyê jinekê hat dîtin.  Piştî ku agahdarî hat dayîn polîs sewkî cihê bûyerê hatin kirin.  Di lêkolîna ku li ser cenaze hat kirin de derket holê ku îşkence li cenaze hatiye kirin.
 
Cenaze ji bo tepîtkirina mirinê û nasnameyê  ku bê otopsîkirin rakirin morgê.