Parka Arîn Mîrkan ji nû de hat avakirin

  • 13:03 23 Gulan 2018
  • Jiyan
HELEB - Tevî hemû dîmenên hilweşandinê yên di encama şer û pevçûnên li Helebê de, Parka Arîn Mîrkan a taxa Şêxmeqsûd ji nû ve hat avakirin.
 
Piştî demeke dijwar ji ber êrîşên komên çete yên li dijî taxa Şêxmeqsûd, ji bo geşkirina taxê, Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd di 5'ê Mijdara 2014'an de projeya avakirina parka Arîn Mîrkan li taxê da dest pê kirin. Park li ser erdekî bi dirêjahiya 150 û bi paniya 75 mîtreyan hatiye avakirin.
 
Taxa Şêxmeqsûd di serdema rêjîma Baasê de jî hatibû paşguhkirin. Şaredariya Gel tevî kêmderfetên xwe parka Arîn Mîrkan ava kir û tê de hejmareke daran çandin û av û kursî û ronahî jê parkê re peyda kirin.
 
Di aliyekî parkê de beşên lîstokên zarokan jî hatiye avakirin. Her wiha kafîteryek jî hatiye avakirin û di beşeke din de jî balinde hatine bicihkirin.
 
Di parkê de sê xebatkar hatine erkdarkirin da ku parastina parkê bikin û darên parkê av bidin.
 
Di êrîşa dawî ya komên çeteyan de gelek ziyan bi parkê hatibû kirin, şaredariyê careke din park sererast kir û ji nû ve vejand. Parka Arîn Mîrkan tevî ku biçûk e, lê dîsa jî meqseda piraniya welatiyên taxê ye.
 
Welatiyê bi navê Abdîn Tîto yê ji taxa Şêxmeqsûd dibêje ku ew rojane serdana parkê dike da ku ji zexta kar hinekî dûr bikeve.
 
Endamê Şaredariyê û Çavdêrê parkê Ferîd Beyrem û endamê Hêzên Parastina Civakî Mihemed Mehmo diyar kirin ku ji bo parastina paqijiya parkê û darên wê ew bê navber xebatên xwe berdewam dikin.