Hat girtin, dewletê zarokên wê jê girt, niha ji bo biçe meclîsê dixebite

  • 11:50 23 Gulan 2018
  • Rojane
Beritan Canözer
 
ENQERE - Namzeta HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun diyar kir ku ew ê ji Sûrê dest bi xebatên xwe bikin û got:”Vê carê ez ê dengê xwe ne tenê li Sûrê li Meclîsê jî bilind bikim. Elbet têkoşîn ne tenê li meclîsê divê li her qadên jiyanê bê kirin. Berî her tiştî ez jinek im û dayik im.”
 
Remziye Tosun di 2’ê Kanûna 2015’an de di serdema qedexeya derketina derve ya Sûrê de bû şahidê binpêkirina mafan a ku li Sûrê hat kirin.  Piştî ku tevî 6 zarokên xwe ji bodruma mala xwe hat derxistin bi zaroka xwe ya 3 salî ya navê wê Bêrîtan hat girtin û birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’yê ya Amedê. Remziye piştî demek dirêj di 16’ê Gulana 2017’an tevî keça xwe ji girtîgehê het tahliyekirin. Di serdema ku girtîbû bi gelek zextan rû bi rû ma. Her wiha 3 zarokên wê dewletê jê girt û rê wê neda. Remzîyeyê gelek caran bi rêya raya giştî xwest ku zextên lê tê kirin bide bihîstin. 
 
Remziyeya ku wekî namzeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di dora 4’emîn de cihê xwe digire anî ziman ku dema ku ew bê hilbijartin wê ji pirsgirêkên jin û zarokan re çareseriyê bibîne. 
 
‘Ez ê bibim dengê ‘Sûrê’
 
Remzîyeyê anî ziman ku tenê navê Sûrê jî dibe sedema kelecana wê û got ez nizanim ez ê vê kelecanê çawa bînim ziman û wiha domand:”Bi mehan bê sûc û bê sebeb ez tevî keça xwe di girtîgehê de mam. Tiştên ku li Sûrê hat jiyîn tucarî ji bîra min naçe. Ji bo şewitandin û hilweşandina Sûrê ez ê vê carê jî li meclîsê dengê xwe bilind bikim. Ez 20 salî li Sûrê jiyam. Kevir, cîranî û kuçeyên Sûrê gelek xweş bû. Me bi zorê ji Sûrê derxistin. Binpêkiran mafan li Sûrê hat kirin, dewsa hesabê vî tiştî bidin min girtin. Li dijî faşîzmê em ê heta dawî li ber xwe bidin. ”
 
Remzîyeyê anî ziman ku ew û keça xwe Bêrîtan bi hev re li gund bûn û dema ku wê bihîst ew bûye namzet gelek kêfa wê hatiye û wiha domand:”Lê namzetiya min nayê wateya ku ez ê dev ji hinek tiştan berdim. Ji bo min parlamentî tê wateya dengê gel. Ji bo gel, ax, xweza, çand û dîrokê çi ji destên min bê ez ê bikim. Ji bo avahiya dîroka Sûrê ya ku hat hilweşandin ez ê hesab bipirsim.”
 
‘Ez ê xebatên xwe ji Sûrê dest pê bikim’
 
Remziyêyê anî ziman ku ew ê xebatên xwe ji Sûrê dest pê bike û got:”Bajarê jinan çawa hat hilweşandin em ê ji wan re rave bike. Em ê çawa xizmetê bikin em ê ji gel re rave bikin. Di pêvajoya hilbijartinê de ez ê bi gel re bim. Ji bo xwediderketina çand, ziman û dîroka xwe ez ê têbikoşim. Ez ê dengê jinan di meclîsê de bidim bihîstandin.”
 
‘Berî her tiştî ez jinek im’
 
Remzîyeyê bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Em ê bibin dengê çapemeniya ku tê xwestin dengê wê qut bibe. Em ê li dijî îstismara zayendî ya li dijî zarokan têbikoşin. Divê ev têkoşîna ne tenê li meclîsê li qada jiyanê bê kirin. Ez berî her tiştî jinek im û dayikek im.”