Ajovanê ku tundî li jinekê kir hat girtin

  • 11:11 23 Gulan 2018
  • Rojane
 
 
STENBOL - Ajovanê taksiyê  yê ku piştî tundî li jinekê kir û ew ji wesayitê kaşkir avêt Ş.G.  hat girtin.
 
Jina bi navê Canan Ay bi xwişka xwe ya ku biçe nan bistîne re ji malê derket,  ji aliyê ajovanê taksiyê ku wê demê di rê re diçû ve hatibû derbkirin û piştre jî hatibû kaşkirin û ji wesayitê hatibû avêtin.  Tiştê ku hat jiyîn ji aliyê kameraya telefonê ve hatibû qeydkirin  û Canan jî piştî ku rapora derbkirinê girt li ajovanê taksiyê gilî kir.
 
Ajovanê Ş.G. yê ku gelek sûcên wî yên hatine qeydkirin hene hat aşkerakirin ku hatiye binçavkirin.