Akademiya Rojava ya Tenduristiyê qedroyên xwe yên tendirustiyê têdigihînin
- 10:38 23 Gulan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Akademiya Tenduristiyê ya navçeya Serêkaniyê hewl dide kadroyek tenduristî yê pispor li ser bingeha têgeha pîşekariyeke mirovahiyê û bijîşkbûnê ava bike. Her wiha sîstemek cûdayî perwerdeyên zanîngehan dide meşandin û rêgeza rexne û rexnedayînê bingeha sîstema wê ya perwerdehiyê ye.
Akademiya Tenduristiyê di 4'ê gulana sala borî de hate vekirin û weke destpêk dewreyeke perwerdeyê ya hemşîreyan ku 4 mehan dom kir pêk anî. Niha jî perwerdeyekê ji şagirtên fakulteya bijîşkî re dide meşandin û dewreyeke duyemîn a hemşîreyan li berdawîbûnê ye.
Akademiya Tenduristî ya Rojava ku li bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê hatiye vekirin, sîstema wê ya perwerdehiyê cûdayî sîstema zanîngeh û peymangehan e. Ev akademî rihê hevkariyê ji xwe re weke bingeh digire.
Di hundirê akademiyê de komîn hatine avakirin
Şagirtên cihê xwe di akademiyê de digirin jiyana xwe li gorî sîstema komînan didin meşandin. Ango şagirtan di hundirê akademiyê de komînên xwe ava kirine û di dawiya dewamê de her komînek civîna xwe lidar dixe û têde xebatên rojê dinirxînin.
Akademî her wiha di sîstema xwe ya perwerdehiyê de rexne û rexnedayînê ji xwe re bingeh digire. Dewama akademiyê saet 08:00'an dest pê dike û saet 17:00'an bi dawî dibe û di dawiya dewamê de di navbera mamoste û xwendekaran de nîqaşên derbarê waneya rojê de tê meşandin.
Di dawiya demsalê de li şûna ezmûnan nirxandin pêk tê
Akademiya Tenduristiyê cûdayî sîstema perwerdehiyê ya zanîngeh û peymangehan, beşdarbûn û nirxandina xwendekar di perwerdeyê de ji xwe re esas digire û di dawiya demsala xwendinê de civîneke berfireh tê lidarxistin û tê de asta xwendekaran ji aliyê mamoste û rêveberan ve tê nirxandin. Her wiha xwendekar bi xwe dikare nirxandina xwe û hevalên xwe bike û di dawiyê de tê diyarkirin ku eger xwendekar dikare xwendina xwe berdewam bike yan na.
Ji seranserî Rojava xwendekar beşdar bûne
Endama Rêveberiya Akademiya Tenduristiyê Bêrîvan Eyo ji ajansa me ANHA'yê re axivî û sîstema perwerdehiyê û jiyana rojane di akademiyê de şîrove kir û got ku hejmara xwendekarên di akademiyê de zêde dibe û ji seranserî kantonên Rojava û bajarên Bakurê Sûriyeyê xwendekaran navên xwe têde qeydkirine.
Kapîtalîstê bijîşkbûn veguhert pîşeyeke madî û Akademî hewl dide têgeha pîşekariya mirovahiyê belav bike.
Bêrîvan Eyo di axaftina xwe de got ku di serdemên borî de û li rex sîstema kapîtalîst bijîşkbûn veguherî pîşeyeke madî û ji rêgezên exlaqî û madî hate dûrxistin. Akademiya Tenduristî ya Rojava jî hewl dide têgeha bijîşkbûnê weke pîşekariyeke mirovahiyê belav bike û di asta yekemîn de exlaq ji xwe re bingeh bigire.
Akademî dê konferansa xwe li dar bixe û karê xwe binirxîne
Bêrîvan Eyo di dawiya axaftina xwe de got ku di van mehên pêş de Akademiya Tenduristiyê dê konferansa xwe lidar bixe û dê têde karê xwe yê dema borî binirxîne û hin biryaran di derbarê beşên pisportiyê de û diyarkirina salên xwendina di akademiyê de werbigire.