Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê bê navber didomin

  • 09:07 23 Gulan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê di  çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Edeneyê tevî lêxistina erbaneyan deng xwest. Li Qoserê li buroya jinê şahî hat lidarxistin, li Êlihê jî buroya hilbijartinê hat vekirin. 
 
Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Parka Îsmet Înonu standa hilbijartinê ava kir. Ciwanan û jinana bi erbaneyan deng ji bo HDP’ê xwestin. Namzetên HDP’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Jinan li erbaneyan xistin û welatiyan jî bi çepikên xwe piştgirî dan wan. 
 
Li buroya hilbijartinê ya jinê ya li Qoserê şahî hat lidarxistin
 
Di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê ya 24’ê Heziranê de ji aliyê Rêxistina Bajêr a Mêrdîn a HDP’ê buroya hilbijartinê ya jinê vebû. Li buroya hilbijartinê ya jinê şahî hat lidarxistin. Li Kuçeya Berçemê piştî fitarê li buroya hilbijartinê ya jinê bi dehan kesan tevî def û zurneyê govend gerandin. 
 
Li Êlihê buroya hilbijartinê vebû
 
Gel tevî baranê jî bi coşek mezin bi def û zurneyê konvoya partîyan pêşwazî kirin. Buroya hilbijartinê hat vekirin. 
 
Endama MYK ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sevim Adsoy axivî û got:”Kengî tecrîd ket meriyetê wê demê şer jî zêdetir bû. Cenazeyên dayikan li erdê ma. Îro ji bo aştiyê, ji bo azadiya jinê, em li ser peywirê ne. Her dengê ku hûn bidin wê tecrîdê têk bibe. Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya hemû gelan û azadiya Selahattin Demirtaş e.”