Li dijî pergala serdest a mêr modela alternatîf: Parlamentoya jinê û dîwana edeletê

  • 09:05 23 Gulan 2018
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Mekiye Ormanci derbarê Dîwana Edeletê ya Jinan, Parlamentoya Jinan û Hevserokomariyê nirxandin kir û diyar kir ku Dîwana Jinan a TBMM’ê di pêşîgirtina kuştinên jinan û îstîsmara zarokan de nabe hêza çareseriyê û got: 
 
“Dema em pergalê rexne dikin divê em alternatîfa xwe ava bikin.Pergala serdest a mêr saziyên xwe ava kirine û xwe heyî kirine. Divê li hemberî vê em jî pêşniyaran pêş bixin.”
 
Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 16’ê Gulanê de bi tevlîbûna sedan kesî li Amedê danezana hilbijartinê aşkera kir. Jinan bi coş û kelecanek mezin danezan pêşwazî kirin.  Di danezanê de pêşniyarên Dîwana Edeleta Jinan, Parlamentoya Jinan û Hevserokomariyê cih girtibû.  Aktîvîsta TJA’yê Mekiye Ormanci  daxuyakirin ku desthilatdarî ji pirsgirêkên jin û zarokan re nabe çareserî, divê alternatîf bên avakirin.
 
‘Divê em alternatîfan ava bikin’
 
Mekiyeyê bal kişand ser tifaqa AKP û MHP’ê û wiha pê de çû: “Di vê demê de herî zêde jin û zarok hedef hatine girtin. Xuyaye ku zîhniyeta serdest ji pisgirêkan re nabe hêza çareseriyê. Di vî alî de pêşniyarên Parlamentoya Jinê û Dîwana Jinê hene. Em dizanin ku ev pergal wisa nikare bidome. Dema em pergalê rexne dikin divê em alternatîfan jî pêşniyar bikin. Ger em alternatîfan ava nekin em nikarin behsa azadiyê jî bikin.”
 
‘Tenê ji jinên Kurd pêk nayê’
 
Mekiyeyê behsa girîngiya meclîsên di komarên demokratîk de kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta îro ji bo nûneriya wekhev, hevserokatiyê têkoşîn hat dayîn. Ev qad hatin qezenckirin. Her çiqas ev qadên me rastî êrîşa tifaqa AKP-MHP’ê bên jî me tavîz nedan û têkoşîn dan. Em dikarin bêjin ev qadên hatine bidestxistin  û em neçarin pêngavek din pêşde biçin. Ev jî avakirina meclîsa jinê ye.  Bêguman dema ev meclîs bê avakirin divê hemû rengên Tirkiyeyê jî em tevlî bikin. Em behsa meclîsek tenê 
jinên Kurd pêk tê nakin.”
 
‘TBMM nabe çareserî’,
 
Mekiyeyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku  Dîwana Jinan a TBMM’ê di mijara pêşîgirtina kuştinên jinan û îstîsmara zarokan de nabe hêza çareseriyê loma divê li dijî vê pergalê dîwana jinan bê avakirin û mudaxale bike. Mekiyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pergala hevserokatiyê bi salane têkoşîna wê hatiye dayîn û hatiye bidestxistin. Dema hilbijartina serokomariyê jî tê gotin ewil mêr tê hişê mirovan. Felsefeya me e jî ev e ku em bi pergala hevserokomariyê bibin hêza çareseriyê.”