Jinên Êzidî: Em hêzê ji felsefeya Abdullah Ocalan digirin

  • 09:03 23 Gulan 2018
  • Rojane
Vıyan Seıd/Orıvan Ebdo
 
ŞENGAL - Jinên Êzidî derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku divê tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe û gotin:”Tecrîda li ser Rêber Apo dijhiqûqî ye. Em hêzê ji felsefeya Abdullah Ocalan digirin. Divê Rêber Apo azad bibe.”
 
Jinên Êzidî derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:”Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, heta ew azad nebe em jî azad nabe. Ji bo Rêber Apo azad bibe heta dawî em ê têbikoşin.”
 
Jina bi navê Neam Bedel tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got:”Ji bo hemû gel ji êrîşan rizgar bibe, Rêber Apo bi fikrên azad derdiket pêş . Fikrên wî bingeha jiyanek azad diafirîne, divê mirovekî ku ji fikrên azadiyê xizmet dike bi tecrîda giran rû bi rû nemîne. Em ê her dem têkoşîna xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo yên azad ava bikin. Divê cîhan û rêxistinên mafên mirovan peywira xwe bi cih bînin û ji bo dawî li vê tecrîda giran bê dengên xwe bilind bikin.”
 
‘Em ê heta dawî ji bo Rêberê xwe serî hildin’
 
Dayika berxwedêr Cemal, Dijwar Mirad diyar kir ku ew ê heta dawî ji bo Abdullah Ocalan serî hildin û got:”Dewleta tirk bi salane ku tecrîdek giran li ser Rêber Apo dide meşandin. Lê dewleta tirk bi van pêkanînên xwe yên qirêj dê tucarî bi ser nekeve. Em ê li dora fikrên Rêberê xwe bibin xelek û wî biparêzin û ji bo wî têbikoşin. Divê kesên ku parastina mafê mirovan bikin li dijî tecrîda li ser Rêberê me jî dengê xwe bilind bikin.”