Ji gardiyanan ji bo girtiyên nexweş: Bimirin, geber bibin!

  • 09:02 23 Gulan 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Li Girtîgeha Şakranê girtiya bi navê Ozlem Demîrçî ya nexweşa multîoduler tîroîde ji aliyê gardiyanan ve rastî ferzkirina dermankirina bi kelepçe hat.  Ozlemê îşkence qebûl nekir û li ser vê yeke gardiyanan jê re gotine ‘bimire, geber bibe.’
 
Ozlem Demîrçî ku di 6’ê Mijdara 2017’an de li Kadikoyê di kafeya ku bi malbata xwe re vekiribû de hat binçavkirin du roj şûnde hat girtin û şandin  Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê. Ozlemê di heman demê de nexweşa multînoduler tîroîdê bû. Hat hînbûn ku Ozlem rastî êrîşa gotinî hatiye.
 
‘Li ser îfadeyên îtîrafkaran hatiye girtin’
 
Parêzera Ozlemê, Arzu Palurî Kal Demîrçî diyar kir ku derbarê Ozlemê de tu delîlên şênber tuneye û got Ozlem li ser îtîrafkarê ku li ser 150 kesî îfade daye, bêyî delîl û sedem hatiye girtin.
 
Arzuyê wiha got: “Îtîrafkar di îfadeyê de dbêije Ozlemê bi hevkariya wî pusula şandiye. Daxwaz kiriye bi telefonê li Ozlemê bigere lê Ozlemê qebûl nekiriye. Ozlemê bi malbata xwe re kafeyek vekiribû. Beriya vê jî di kafeyê de dixebitî. Ji ber vê pir ciwan nas dikir. Bi gelekan re jî telefona wê hebû. Îfadeya li ser wê hatine dayîn hemû derew in.”
 
‘6 mehe kontrolên wê nayên kirin’
 
Arzuyê daxuyakirin ku Ozlem bi salane pirsgirêka tenduristiyê dijî û wiha pê de çû: “Tansiyonê wê heye. Di mêjiyê wê de tumor heye. Ev bi salane bi awayekî rêk û pêk tê kontrolkirin. Divê niha jî bê şopandin.  Lê ev 6 mehe nayê kontrolkirin.  Ozlem bi kelepçeyê sewq kirine. Ozlemê jî dermankirina bi kelepçeyê red kiriye.”
 
Rastî heqeretan hatiye hiştin
 
Arzuyê destnîşan kir ku li Girtîgeha Şakranê li hember Ozlem û girtiyên din mudaxaleyên tûnd tên kirin û rastî heqeretên zayendperest tên rastî gotinên ‘bimre geber bibe’ tên, rastî îşkenceya fîzîkî tên.
 
Ji parêzera wê bang
 
Arzuyê di dawiyê de wiha got: “Ez hem amûjna wê hem jî parêzera wê me. Ez 2000 km rê çûm û tevî min rewş ji wan re got jî hevdîtina parêzer a yekşemê nehat kirin û roja din ez çûm û sînorê du saet hevdîtinê anîn. Em banga hestiyariyê dikin.”