Li Şirnexê xebatên hilbijartinê bi lez didomin: HDP hêviya jinê ye
- 09:01 23 Gulan 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo HDP’ê dixebitin diyar kirin ku ji ber HDP hêviya jiyanê ye ew dibêjin HDP.
Li Şirnexê amadekariyên hilbijartinê bê navber berdewam dikin û jin hêviyê bi HDP’ê re dibînin.
‘Ez ji Hacî Bîrlîk, Mehmet Tunç bi bandor bûm’
Elfesya Nas bi lêv kir ku HDP hêviya jin û ciwana ye û wiha pê de çû: “Em wek Şirnexî di vê têkoşîna aştiyê de bûn. Mirov li ser vê axê nikarin bêyî ku tiştekî bikin bisekinin. Mirov xwe nebaş hîs dikin. Dema min biryara vê da ez ji Haci Bîrlîk, Mehmet Tunç bi bandor bûm. Ez ji cesedên ku di sarincê de hatin veşartin bi bandor bûm.”
Elfesya daxuyakirin ku ew bawer in ku wê di 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin û got ew kesî xwedî wijdan vexwendiyê HDP’ê dike.
‘Ez wek dayik û jin dibêjim HDP’
Nurcan Alturk jî destnîşan kir ku li ser vê axê ji bo zilm bi dawî bibe tevlî xebatan bûye û wiha pê de çû: “Kesên hewl didin me bitirsînin, me zêdetir xurt dikin. Em zêdetir bi hev digirin. Sê zarokên min hene. Ez hem li zarokên xwe dinêrim hem jî di xebatên HDP’ê de cih digirim. Ez bang li jinan dikim. Em li dora partiya xwe bibin yek. Wek jinekê wek dayikekê dibêjim HDP’e.”