ROJEVA 23’Ê GULANA 2018’AN

  • 09:00 23 Gulan 2018
  • Rojev
* Jinên Şirnexê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo HDP’ê dixebitin diyar kirin ku ji ber HDP hêviya jiyanê ye ew dibêjin HDP.
 
*Li Girtîgeha Şakranê girtiya bi navê Ozlem Demîrçî ya nexweşa multîoduler tîroîde ji aliyê gardiyanan ve rastî ferzkirina dermankirina bi kelepçe hat.  Ozlemê îşkence qebûl nekir û li ser vê yeke gardiyanan jê re gotine ‘bimire, geber bibe.’
 
* Jinên Êzidî derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku divê tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe û gotin:”Tecrîda li ser Rêber Apo dijhiqûqî ye. Em hêzê ji felsefeya Abdullah Ocalan digirin. Divê Rêber Apo azad bibe.”
 
* Li Amed a ku yek ji bajarên herî polîtîk a Tirkiyeyê ye, tercîha jinan a di 24’ê Hezîranê de zelale: TEMAM. BI DÎMEN
 
*Aktîvîsta TJA’yê Mekiye Ormanci derbarê Dîwana Edeletê ya Jinan, Parlamentoya Jinan û Hevserokomariyê nirxandin kir û diyar kir ku Dîwana Jinan a TBMM’ê di pêşîgirtina kuştinên jinan û îstîsmara zarokan de nabe hêza çareseriyê û got: “Dema em pergalê rexne dikin divê em alternatîfa xwe ava bikin.Pergala serdest a mêr saziyên xwe ava kirine û xwe heyî kirine. Divê li hemberî vê em jî pêşniyaran pêş bixin.”
 
* Kisbes Aydin ya li Îzmîrê ji CHP’ê serlêdana bernamzetiyê kir, ji ber 6 hezarê wê tunebû di lîsteyê de cih negirt. Kisbes Aydin got: “Siyaset mekanîzmaya ji pisgirêkan re çareseriyê pêk bîne ye. Li dijî siyaseta qirêj a pere xwedî gotin e, divê pergala fermuarê bê anîn.” BI DÎMEN