11 kesên ku ji ber êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin hatin girtin tehliye bûn
- 15:08 22 Gulan 2018
- Hiqûq
STENBOL – 11 kesên ku ji ber êrîşên li ser Efrînê yê ji aliyê TSK’ê ve hatin kirin şermezar kirin ku hatibûn girtin piştî ku derxistin dadgehê serbest hatin berdan.
Hêza çekdar a Tirkiyeyê (TSK) û komên girêdayî wê di 20 Çileyê de li dijî Efrînê êrîş dabûn destpêkirin. 13 kesên ku xwestin tevli daxuyaniya şermezarkirna êrîşan bibin li Stenbolê hatinbûn binçavkirin. Ji van 13 kesan 11 jê hatin girtin û şandibûn girtîgehê. 13 kesên ku bi îdaya “Endamên rêxstinê ne” doz li wan hat vekirin 11 jê girtî û 1 jî ji derve de dihat darizandin daneşîna doza wan ya yekem li 23’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Piştî parastina bersûc û parêzerên wan heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir hemû bersûc tahliye kirin û doz taloqî 3’yê mijdarê kir.