Kongreya Star li Şehbayê daxuyanî da
- 09:45 22 Gulan 2018
- Rojane
ŞEHBA - Kongreya Star bi dirûşma “Ji bo jinên Efrînê serî hildin” li Şehbayê daxuyanî da.
Kongreya Star bi dirûşma “Ji bo jinên Efrînê serî hildin” li Kampa Serdemê ya Şehbayê daxuyanî da. Hemû sazî û dezge, desteyên jinan, rêveberiya xweser û endamên Kongereya Star beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankartên “Jin jiyan e jiyanê biparêzin”, “Azadiya jinên Efrînê azadiya hemû jinên cîhanê ye” hat hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê endama Koordinasyona Kongreya Star Hêvî Silêman ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Buyerên ku li Efrînê rû didin, ne tiştekî nû ye, ji ber ku dîroka komployên navdewletî yên li dijî Rojhilata Navîn bi giştî û bi taybetî li dijî gelê Kurd xwe dûbare dikin. Êrîşên faşîmza Tirk ên li ser gelê Efrînê bi armanca asîmîlekirina gelê Kurd delîlê vê yekê ye.
Bi navê dewleta Tirk şerê gelê Kurd kirin. Lê li pey vî şerî dewletên cîhanî li dijî gelê Efrînê pîlan kirin. Tirkiyê demografiya herêmê diguhere, gelê Efrînê koçber dike û niştecihên ji Xûtayê li şûna wan bi cih dikin. Wekî tê zanîn, Efrîn ji destpêka aloziya Sûriyê koçberên ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyê yên ji ber hovîtiya terorîstan mîna DAIŞ û hwd hembêz kir.
Berxwedana gel, di serî de berxwedana jinên Efrînê pîlanên komplogeran vala derxist. Ji ber ku ku bingha şoreşa Rojava ye û şoreşa Rojava şoreşa jin e, li ser vê yekê dijmin di serî de jin kir hedefa xwe. Şehadeta Barîn Kobanê delîlê vê rastiyê ye. Niha jî jin têne tecawizkirin, heqaretkirin, rûmeta wê tê binpêkirin, çande ne ya wê li ser wê tê ferizkirin. Demografiya Efrînê didin guheretin û şêniyên wê neçar dikin ku mal û milkên xwe bifroşin. Kiriyarên bi vî rengî beriya niha li dijî jinên Şengalê û Şehayê jî hat kirin.
Nina kiryarên wan ên qirêj ên li dijî jinên Efrînê dûbare dibin, lê berxwedana jin pîlanên wan têk bir. Mînakên vê yekê, Berxwedana Şehîd Avêsta Xabûr û gelek şehîdên din ên ku bi teredud li ber xwe dan da ku nelêlin Tirkiyê derbasî Efrîn bibin. Madem bi sedan jinên Efrînê şopdarên xeta Avêsta û Barîn in wê dagirkeriya Tirkiyê ne rihet be
Gelê Efrînê li Şehbayê xwe bi rêxistin kirine. Madem îradeyeke ji polat heye Efrîn wê bi ser keve, ji ber ku xeta Rêber Abdullah Ocalan tê meşadin.
Wekî Kongreya Star bêdengiya li hemberî kiryarên destdirêjiya li ser jinên Efrînê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bang li jinên cîhanê dikin ku ji bo rizgarkirina jinên Efrînî serî hildin."