‘Li gel ku 28 sal derbasbûn jî polîtîkayên dewletê neguherî ne’

  • 09:42 22 Gulan 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Ji salên 90’î heta li gel ku 28 sal derbasbûye jî di warê polîtîkayên dewletê yên li dijî Kurdistanê de tu tişt neguheriye. Ji cihên ku para xwe ji van poîtîkayên nijadperest û faşît girtin yek jê jî Licê ye. Jina bi navê Zahîde Yalçin a ku di sala 1994’an de rastî zextên dewletê hatiye anî ziman ku li faşîzan têkoşîna kurdan berdewam dike.
 
Li gel ku di ser  salên 90'î re 28 sal derbasbûN jî di warê polîtîkayên dewletê yên li dijî Kurdistanê de tu tişt neguheriye. Şerê ku li gelek deverên Kurdistanê hat destpêkirin hîna jî berdewam dike. Ji van herêmên ku para xwe ji vî şerê qirêj girt yek jê jî Licêya Amedê bû. Di salên 90'î de wekî li her devera Kurdistanê li gelê Licêyê jî cerdevanî hat ferzkirin û ji ber ku Licêyiyan cerdevanî red kir li gel gelek zext û zoriyan bi koçberiyê re rûbirû hatin hişin. Di wê serdemê de li Licêyê gelek gund hatin valakirin û talankirin. Ji ber ku gelê Licê hat koçberkirin nifûsa wê ya ku di sala 195'an de 47 hezar bû îro ev nifus di binê 24 hezaran de ye.
 
'Em 14 salan ci warê xwe dûr hatin xistin'
 
Ji welatiyên Licêyê yên ku hatin koçberkirin yek jê jî jina bi navê Zahîde Yalçin a ji gundê Dêrkam ê ye ku di salên 1994'an de ji gundê xwe hatiye koçberkirin. Zahîde ya piştî salên dûr û dirêj yên koçberiyê ku vegeriya ser axa xwe wiha bahsa wan salan kir:" Di sala 1994’an de leşkeran xwestin ku em bibin cerdevan, lê belê me qebûl nekir. Ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir em ji malên me derxistin. Piştî ku em bê mal  hiştin vê carê jî em jî gundê me şewitandin. Tu tiştek di destê me de namabû heta bi sewalên me şewitandin. Piştî ku em ji gund hatin derxistin em  6 salan li Amedê man û piştre jî me koçî Edeneyê kir. Em li Edeneyê jî 8 salan man. Piştî ku demakê operasyon hatin rawestandin em hatin gundê xwe.”
 
Me gundê xwe ji nû ve ava kir'
 
Zahîde anî ziman ku nêzî 14 salan ji gûndê xwe, malên xwe û ji civaka xwe dûr hatine xistin û wiha pê de çû: “Dema ku em hatin gund her der hatibû hilweşandin û şewitandin. Me carekedin xaniyê xwe çêkir û me baxçe û zeviyên xwe çandin.Ji bo ku em gundê xwe ava bikin em bi dil û can xebitîn. Keda herî mezin me jinan da ji bo ku em ji nû de li gundê xwe bi cih bibin Lê niha carekedin êrîş dikin. Lê em malên xwe naterikînin bila êdî derkevin ji ser axa me.”