Jinên Ereb: Dema ku we dengê xwe bi kar anî bila Efrîn bê bîra we
- 09:09 22 Gulan 2018
- Rojane
Tolîn Mohemed-Lîlav Elî
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên derbarê hilbijartinên 24'ê Hezîranê yê li Tirkiyeyê diyar kir ku divê sîstema li Tirkiyeyê bê guhertin û got:"Divê em hemû jin hewl bidin ku dîktatoriya li Tirkiyeyê têk biçe."
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin tevî jinên Kurd jinên Ereb jî mecbûr man ku axa xwe terk bikin. Jinên Ereb jî li dijî Tirkiyeyê bi bertek in û gotin:"Dema ku gelê Kurd çûn ser sindoqan divê Efrînê bi bîr bînin."
Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên nerazîbûna xwe ya li dijî sîstema ku li Tirkiyeyê tê meşandin, anî ziman û got:"Erdogan dixwaze sîstema xwe ya yekzilamtiyê ku li Tirkiyeyê dimeşîne li Efrînê jî bimeşîne. Ji bo sîstema faşîst a Erdogan têk biçe divê hemû jin bibin yek û berxwe bidin."
'Bila Erdogan ji axa me derkeve'
Wefa Hisên da zanîn ku ew dewleta tirk a ku êrîşî Efrînê kir qebûl nakin û got:"Em dev ji jiyana xwe ya ku bi vînek azad hatiye avakirin bernade. Em her dem aştî û azadiyê dixwazin. Yên ku li dijî wekheviyê ne em li ser axa xwe wan qebûl nakin."
'Kes nikare vîna me ya azad têk bibe'
Wefayê da zanîn ku Kurd, Ereb û Tirkmen li ser felsefeya Abdullah Ocalan jiyana xwe ava dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê Erdogan di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de têk biçe, heger têk neçe dê komkujiyên mezintir bên jiyîn. Erdogan çawa ku li Şehba, Efrîn, Sûr, Şirnek, Cizîr, Nisêbîn, Geverê komkujî pêk anî wê heman komkujiyê dîsa dubare bike. Em wekî jinên Ereb amadene ku cîhanê ji dîktatorekî xelas bikin. Divê hemû cîhan dengê me bibihîse û li dijî dîktatoran şer bikin."
Her wiha jinên Ereb li dijî sîstema li Tirkiyeyê tê meşandin nerazîbûnê xwe anîn ziman û xwestin ku dema gelê Kurd dengên xwe bi kar bînin Efrînê bînin bîra xwe.