Ji OHP’ê rapora girtîgehan: Dikare êrîşeke nû bê destpêkirin

  • 09:08 22 Gulan 2018
  • Rojane
STENBOL- Komîsyona girtîgehê ya OHP’ê di rapora xwe ya meha Adar-Nîsanê de diyar kir ku pêkanînên nebaş û îşkence li ser girtiyan zêde bûne, cezayên kêfî hatine tespîtkirin û mafê tenduristiyê tê astengkirin.  Di raporê de hat gotin ku dikare pêla êrîşa nû li girtîgehan bê destpêkirin.
 
Komîsyona Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) der barê girtîgehên herêma Marmarayê de rapora du mehan weşand.  Di rapora meha Adar û Nîsanê de îşkence û binpêkirina mafan ya li girtîgehan carek din derket holê.
 
Di raporê de bal hat kişandin ser lêgerîna girtiyan û wiha hat gotin: “ Lêgerîna ku rumeta mirovan dişkîne tê kirin. Lêgerîna tazî jî parçeyek ji vê ye.  Di lêgerînên li qawîşan de  de zext tên kirin.”
 
Rapara ji ser navên wekê ‘îşkence û pêkanînên nebaş’, ‘name’, ‘astengkirina mafê tenduristiyê’, ‘tecrîd’, ‘alavên li odeyan tên dîtin’ pêk tê bi giştî ji 12 rupelan pêk tê û binpêkirinên dertên pêş wiha ne:
 
*Li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê di 5’ê Nîsanê de li girtiyan lêgerîna tazî hat ferzkirin.
 
*Yên ji girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê anîn Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 2 a Bandirmayê, lêgerîna tazî li wan ferz kirine û demek dirêj ji ber girtiyan qebûl nekirine wisa hatine sekinandin.
 
*Li girtîgeha Jinan a Gebzeyê jî lêgerîna tazî hatiye ferzkirin, lê ji ber girtî li dijî vê derketine îdareya girtîgehê neçar maye şûnde gavê bavêje.
 
*Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê girtiyên diçin nexweşxabetm û edliyeyê di çûyîn û hatinê de  zext li wan tê kirin ku berê xwe bidin kamerayê cilên xwe rabikin û çi di binê cilan de li xwe kirine nîşan bidin.
 
*Li girtîgeha jinan a Bakirkoyê lêgerîn tazî didome.
 
*Tecrîda li Îmraliyê  di serî de li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din pêk tê. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatan re bi giştî ji holê hatiye rakirin.
 
*îzolasyona civakî ya li girtîgehan pir zêde tê jiyîn û girtiyên di hucreyan de dimînin jî dikarin bi pirsgirêkên psîkolojîk û fîzîkî re bên rû hev.
 
*Bikaranîna mafê hevdîtina 10 saetî niha bi awayekî cidî hatiye astengkirin.Di serdanên tê kirin de hema hema li hemû girtîgehên herêma Marmarayê derketiye holê ku destura 10 saet mafê hewadanê nayê dayîn.
 
*Li girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê girtiya bi navê Hatîce Çirganiş 10 mehan tenê di hucreyê de hatiye girtin, tenê derxistine hewşê, tenê derxistin bernameyên hevpar.
 
*Li girtîgeha Sîlîviriyê ya Hejmar 5 Murat Bîder ji ber hestiyên sînga wî ketine hundir doktor ‘proteza sîngê’ dayê lê ji ber   X-ray derbas nabe bi hefteyane protezê nadin wî.
 
*Li girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê Nasrullah Kuran ji çongê xwe nerehet bûye û ji bo MR bikşîne sewqê nexweşxanê hatiye kirin û ji ber kelepçe li destê wî xistine wî jî protesto kiriye.
 
*Serdanên malbatê bi xizmên asta duyem hatine sînorkirin, hevdîtinên bi hevalan re bi giştî ji holê hatiye rakirin. Her wiha li hinek girtîgehan hevdîtina vekirî di du mehan carê de tê kirin.
 
*Name tên derengxistin, an jî tên desteserkirin.
 
*Li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê nameyên girtiyan ya pir dereng tên dayîn an jî qet nayên dayîn. 
 
*Li girtîgehan pirtûk û rojname hatine sînorkirin, li hinek girtîgehan hinek pirtûk û rojnameyên Evrensel, Bîrgun, Ozgurlukçu Demokrasî, Umut, Atilim û her wekê din tevî daxwaza girtiyan nayên dayîn. 
 
*Cezayên dîsîplînê yên kêfî didomin.
 
*Li girtîgehên Sîlîviriyê ji ber sedema ‘cilên yek reng’ girtî ketine greva birçîbûnê û ji ber vê mehek cezayê dîsîplînê ku ji aktîvîteyan bêpar bê hiştin hatiye dayîn.
 
*Li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Kandirayê di qawîşa 8 kesî de 23 kes dimînin.  Li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Bandirmayê di qawîşa 10 kes dikare lê bimîne 20 kes dimînin. Li Sîlîviriyê di odeyên sê kes dikarin bimînin de 6 kes dimînin. Di qawîşa 28 kesî de 37-38 kes dimînin. Li Bakirkoyê jî rewş hemane.