ROJEVA 22'YÊ GULANA 2018'AN

  • 09:00 22 Gulan 2018
  • Rojev
*Ji salên 90’î heta li gel ku 28 sal derbasbûye jî di warê polîtîkayên dewletê yên li dijî Kurdistanê de tu tişt neguheriye. Ji cihên ku para xwe ji van poîtîkayên nijadperest û faşît girtin yek jê jî Licê ye. Jina bi navê Zahîde Yalçin a ku di sala 1994’an de rastî zextên dewletê hatiye anî ziman ku li faşîzan têkoşîna kurdan berdewam dike. DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Şêxanê jin li çiyayên herî bilind jin ji bo ku bi kin derman li giya digerin. Herî zêde giyayê sîrê ji bo gelek nexweşiyan derman e û peydakirina wî jî gelek zahmet e.  Jinên ku li giyayê sîrê digerin piştî bi saetan ku dimeşin xwe digihînin vî giyayî û  top dikin. DÎMEN HEYE
 
*Di nav jinên ligel HDP’ê cih digirin de SKM’î jî hene. Endama SKM’ê Ezgî Bahçecî diyar kir ku wê bi HDP’ê re tifaqê bikin û wiha got: “Em ê ji bo HDP’ê hem xwe rêxistin bikin û hem jî em ê rêxistinê bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Komîsyona girtîgehê ya OHP’ê di rapora xwe ya meha Adar-Nîsanê de diyar kir ku pêkanînên nebaş û îşkence li ser girtiyan zêde bûne, cezayên kêfî hatine tespîtkirin û mafê tenduristiyê tê astengkirin.  Di raporê de hat gotin ku dikare pêla êrîşa nû li girtîgehan bê destpêkirin.
 
*Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên derbarê hilbijartinên 24'ê Hezîranê yê li Tirkiyeyê diyar kir ku divê sîstema li Tirkiyeyê bê guhertin û got:"Divê em hemû jin hewl bidin ku dîktatoriya li Tirkiyeyê têk biçe." BI DÎMEN
 
*Jinên Mêrdînê diyar kirin ku ji bo 16 salên din jî tarî derbas nebe divê xwedî li sindoqan bê derketin û gotin serkeftin wê ya gelê Kurd ê berxwedêr be. BI DÎMEN
 
*Jinên Wanê yên di hilbijartinê de dengên xwe didin HDP’ê banga ‘Em li dijî pergala ku jinan naxwazin û dengê jinan diçewisînin, bêjin em li vir in’ kirin. BI DÎMEN